10 fîlmên favorî yên Agnès Vardayê

Nivîs-Amadekar: Rûmet Med

Derhêner û wênekêşa nemir Agnès Varda (1928-2019), yek ji sînemagerên herî serketî yên hunera heftemîn e ku di heman demê de weke yek ji pêşengên rêbaza Pêla Nû ya Frensayê (Nouvelle Vague) tê qebûl kirin. Varda, yekem metrajdirêj a xwe ya bi navê “La Pointe Courte” (1955) di 26 saliya xwe de kişandiye û Xelatên ’55 Paris Avangard û Çaxê Zêrîn ê Bruxellesê ya Brukselê girtine.

Yek ji pêşengên rêbaza Pêla Nû ya Frensayê: Agnès Varda

Dapîra sînemayê Agnès Varda, fîlmên xwe bi nêrîneke femînîst, civakparêz, azadîperwer û nûjenîxwaz û bi zimanekî resen û helbestkî ve kişandine, û di nav fîlmên xwe de bi taybetî qala jiyan û pirsgirêkên jinan û rewş-mercên civakê kirine. Mijarên fîlmên wê li ser derd û xemên kedkar û bindestên mirovahiyê ye. Vardayê di heman demê de wênekêşeke biserketî bû, him di qada sînemayê de, him di warê sînemaya belgefîlman de û him jî di warê wênekêşiyê de dîmenên nemir girtin û çîrokên giranbiha afirandin.

Derhênerê mezin Agnès Varda li seranserê cîhanê bi gelek fîlmên xwe yên wekî; “La Pointe Courte” (1955), Cléo De 5 à 7” (1962), “Le Bonheur” (Happiness, 1965), “Les Créatures” (The Creatures, 1966), Black Panthers (Kurtebelgefîlm, 1968), “Daguerréotypes” (Belgefîlm, 1976), “L’une Chante, L’autre Pas” (One Sings The Other Doesn’t, 1977), “Sans Toit Ni Loi” (Vagabond, 1985), “Les Glaneurs Et La Glaneuse” (The Gleaners And, 2000), “Les Plages of Agnès (The Beaches of Agnès, 2008), “Faces Places” (Visages Villages, 2017) ve tê naskirin.

Di sala 2019ê de li malpera fîlman û sînemayê ya Filmloverssê lîsteyeke li ser fîlmên favorî ya derhêner Agnès Vardayê hatibû weşandin ku tê de 10 fîlmên balkêş cih digirin.

10 Fîlmên Favorî yên Agnès Vardayê*:

  • My Own Private Idaho Gus Van Sant (Derhêner: Gus Van Sant)

  • Tout une nuit (Der: Chantal Akerman)

  • Pickpocket (Der: Robert Bresson)

  • Sweetie (Der: Jane Campion)

  • A Woman Under the Influence (Der: John Cassavetes)

  • Une chambre en ville (Der: Jacques Demy)

  • Die Ehe der Maria Braun (Der: Rainer Werner Fassbinder)

  • Taste of Cherry (Der: Abbas Kiarostami)

  • After Hours (Der: Martin Scorsese)

  • L’Atalante (Der: Jean Vigo)

*Çavkanî: Filmloverss

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir