10 Pirtûkên Li Ser Sînemaya Kurdî û Sînemaya Cîhanê

Amadekar: Rûmet Med

Ji destpêka kişandina fîlman bi vir de 125 salan derbas bûne. Hunera heftemîn ango “Sînema” li gorî hemû hunerên bingehîn, hunereke ciwan e û li seranserê hemû cîhanê, geşedana xwe bi awayên cûr bi cûr didomîne û hin caran xwe ji nû ve diafirine. Nivîskariya hunerê, wêjeyê û sînemayê ji bo famkirin û têgihiştina wan gelek girîng e û ji ber wê di ciheke taybet de ye ku ji bo pêşveçûna hunerê û fikrên nû, diyarker û pir hêja ye. Ez jî bi vê hest, fikr û ramanê, ji bo temaşevan û sînemahezên ezîz, lîsteyeke pirtûkên sînemayê amade kirim ku tê de deh lêkolîn û xebatên girîng ên ku li ser sînemaya Kurdî û sînemaya cîhanê hatine nivîsandin, cih digrin.

Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin

Pirtûka Kürt Sineması: Yurtsuzluk, Sınır ve Ölüm(Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin, 2019), geşedana dîrokî ya sînemaya Kurdî vekolîne ku ji aliyê derhêner û lêkolînera kurd Mizgîn Mujde Arslan ve bi tirkî hatiye amade kirin. Mizgîn Mujde Arslan, di nava çavkaniya girîng de, gotar û nivîsên ku li ser sînemaya Kurdî hatine nivîsandin û ji bo temaşavan, sînemavan, xwendevan û sînehezan bijartine û berhev kirine. Piştî 8 salan, çapa duyem a pirtûka “Sînemaya Kurdî: Bêwelatî, Sînor û Mirin”, di dawiya meha Gelawêja sala 2017’ê de ji aliyê Weşanên Agora Kitaplığı ve hate weşandin û du mehan paşê jî çapberiya pirtûkê derçû.

Nivîskar/Amadekar: Mizgîn Müjde Arslan. Weşanxane: Agora Kitaplığı. Rûpel: 400

Sînemaya Kurdî

Pirtûka “Sînemaya Kurdî” di sala 2017ê de ji aliyê lêkonîner û nivîskarê kurd Dilazad A.R.T ve bi kurdî hatibû amade kirin û bi awayekî dîjîtal (e-pirtûk / pdf) ji Weşanên Zanîngeh hate weşandin. Xebata lêkolîna sînemayê ji çar beşan pêk tê û her yek sernavên pirtûka “Sînemaya Kurdî” geşedana dîrokî ya sînemaya Kurdî vedikole. Gotarên ku di nava pirtûka Sînemaya Kurdî de de cih digirin; “Nerîneke Giştî Li Ser Sînemaya Kurdî”, “Sînemaya Bêwelat, Sînemaya Kurdî”, “Di Peydabûna Sînemaya Netewî de Pirsgirêkên Sînemaya Kurdî”, “Zarê” ne.

Nivîskar: Dilazad A.R.T. Weşanxane: Weşanên Zanîngeh. Rûpel: 55

YOL – Riya Welatê Xerîbiyê

Pirtûka “Yol – Riya Welatê Xerîbiyê” ji aliyê çêkerê fîlman ê Swîsreyê Edi Hubschmid ve hatiye amadekirin ku li ser serpêhatiya hevkariya Cactus Filma Zurîhê bi lîstikvanê sînemayê, derhêner, nivîskar û rewşenbîrê marksîst ê kurd Yilmaz Guneyî re ye. Di salên 1980yî de encama vê hevkariyê de du fîlmên derhênerê nemir Yilmaz Guneyî ji pargîdaniya Cactus Filma Zurîhê hatin çêkirin. Xebata  “Yol – Der Weg Ins Exil” di sala 2017ê de bi elmanî hatibû nivîsîn û pirtûk, pişt re bi navê “Yol – Riya Welatê Xerîbiyê” ji bo kurdî, bi navê “Yol – Bir Sürgün Hikayesi” ji bo tirkî û bi navê “Yol – The Road to Exile” ji bo inglîzî hate wergerandin û ji aliyê Weşanên Publishing Partners ve hate weşandin. Wergerê pirtûkê yên bi kurdî û bi tirkî, lîstikvanê sînemayê yê kurd Husên Duzen e. Ev pirtûka Edi Hubschmidî qala jiyan û xebatên Yilmaz Guneyî ku li salên sirgûnê dike û hevaltiya wî ya bi derhênerê kurd re nîşan dide. Fîlmê “Yol” (1981) yê derhêner Yilmaz Guneyî di sala 1982an de li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Pameya Zêrîn wergertibû.

Edi Hubschmid Ji Almanî Bi Wergera: Husên Duzen

Weşanxane: Publishing Partners. Rûpel: 224.

Derhênerên Jin ên Cîhanê

Lêkolîna “Celluloid Ceiling: Woman Film Directors Breaking Through” Derhênerên Sînemaya Jinên Cîhanê) ku ji aliyê du nivîskarên sînemayê, nivîskara Îrlandayê Gabrielle Kelly û nivîskara Awistiralyayê Cheryl Robson ve bi îngilizî hatiye nivîsandin û qala sînema û xebatên yekem derhênera Jin Alice Guy-Blaché û derhênerên jin ên sînemayê yên; Jane Campion, Lucrecia Martel, Park Nam-ok, Haifaa Al-Mansour, Safi Faye, Yeşim Ustaoğluyê dike. Pirtûk, bi wergeriya Nazli Pakkan re ji aliyê Weşanên Agora Kitaplığı ve, bi navê “Dünya Kadın Sinema Yönetmenleri” (2016), bi tirkî hatibû weşandin.

Nivîskar/Amadekar: Gabrielle Kelly û Cheryl Robson / Werger: Nazli Pakkan. Weşanxane: Agora Kitaplığı. Rûpel: 400

Sînemaya Cîhanê

Lêkolîna sînemayê ya bi navê “Sînemaya Cîhanê” (2017) ya nivîskar û lêkolînerê kurd Dilazad A.R.Tî, ji aliyê Weşanên Zanîngeh ve bi kurdî û weke e-pirtûk hatiye weşandin. Pirtûk, ji çar lêkolînan pêk tê ku her yek van li ser mijarên sînemaya cîhanê ne. Sernavên lêkolînên sînemayê yên ku di nava vê pirtûkê de cih digrin ev in: “Bi Giştî Sînema û Dîroka Destpêka Sînemayê”, “Dîroka Sînemayên Welatên Cîhanê”, “Sînema û Propaganda”, Grass (Çîmen, Giya, Geya)”.                   

Nivîskar: Dilazad A.R.T

Weşanxane: Weşanên Zaningeh. Rûpel: 65

Sînemaya Neteweyekî Bêdewlet

Nivîskar û derhênerê kurd Soner Sert pirtûkeke bi navê “Devletsiz Bir Ulusun Sineması” (Sînemaya Neteweyekî Bêdewlet) amade kir ku qala hebûn û geşedana Sînemaya Kurdî dike. Lêkolîna nivîskarê di meha Cotmeha sala 2019ê de ji Weşanên Dipnot ve, bi tirkî derket. Pirtûka sînemayê ya Soner Sertî li ser hebûn û geşedana Sînemaya Kurdî disekine û bi aliyên civakî, siyasî, çandî, aborî ve, berhemên sînemavanên kurd ên ku li erdnîgariyên cuda de dijîn, vedikole û nîqaşeke estetîk dest pê dike. Pirtûk, li ser mijarên bêwarî, sînor û mirin, rehendên cuda yên fîlmên Sînemaya Kurdî vedikole.

Nivîskar û sînemagerê ciwan Soner Sert di pirtûka xwe ya nû de pirsa “Tiştê ku Sînemaya Kurdî Sînemaya Kurdî dike çi ye?” dipirse û bersiva wê pirsê digere. Sînemaya derhênerê navdar ê kurd Yilmaz Guney û bandorên wî yên li ser sînemavanên Kurd rave dike. Nivîskar, di lêkolîna xwe de, bi mînakên fîlmên wekî; “Dema Hespên Serxweş” (2000), “Gomgashtei Dar Aragh” (2003), “Kûsî Jî Dikarin Bifirin” (2005), “Nîvî Heyvê / Niwemang” (2006) yên Behmen Qubadî, “Votka Lemon” (2003), “Kilometre Zero” (2005), “Warê Min ê Îsota Şêrîn” (2013) yên Hiner Saleem, “Bîranînên Li Ser Kevirî” (2014) yê Shawkat Amin Korkî, “Fotograf” (2002) yê Kazim Ozî û “Gitmek: Benim Adım Marlon ve Brandom” (2008) yê Huseyin Karabey re, rehendên estetîka hevpar ên fîlmên Sînemaya Kurdî vedikole. Nivîskar di pirtûka xwe de, de qala destpêk û geşedana Sînemaya Kurdî dike û fîlmên Kurdî yên di salên 2000’an de li festîvalên fîlman ên neteweyî û navneteweyî de xelatan wergirtine, vedikole û di rûpelên xwe de ramanên geş dihewîne.

Nivîskar: Soner Sert

Weşanxane: Weşanên Dipnot. Rûpel: 192

Spêleya di Keştî de: Sazkirina Kurdîtî û Tirkatî ya di Sînemaya Tirkî de

Pirtûka “Gemideki Hayalet: Türk Sinemasında Kürtlüğün ve Türklüğün Kuruluşu” (Spêleya di Keştî de: Sazkirina Kurdîtî û Tirkatî ya di Sînemaya Tirkî de) ya nivîskarê sînemayê û akademîsyenê kurd Sebahattin Şenî di Îlona 2019ê de ji Weşanên Metis ve, bi tirkî hate weşandin. Lêkolîna nivîskar Sebahattin Şenî ji 9 beşan pêk were û nimanên Kurd û Tirk ên di Sînemaya Tirk de û têkîliyên serwerî û pêvajoya dîrokî vedikole. Pirtûk, ji danehevên lîteratûrên Rojhilatzanî û Kolonyalîzm sûd werdigire û xwendavenên xwe bi mînakên fîlman re derdixe rêwîtiyeke dîrokî. Di nava pirtûkê de; beşeke bi sernavê “Kürt Sineması: Varoluşun Politikası ve Poetikası” jî hatiye amadekirin. Her wiha nivîskar di rûpelên pirtûka xwe de fîlmên; “Hudutların Kanunu” (1966) yê Ömer Lütfi Akad, “Toprağın Kanı” (1966) yê Atıf Yılmaz, “Derman” (1983) yên Şerif Gören û Zeki Ökten, “Vizontele Tuuba” (2004) yê Yılmaz Erdoğan, “Hakkari’de Bir Mevsim” (1983) yê Erden Kıral û “Gelecek Uzun Sürer” (2011) yê Özcan Alperî, rave dike.

Nivîskar: Sebahattin Şen. Weşanxane: Weşanên Metis. Rûpel: 360

Destpêk û Dîroka Sînemayê

Xebata bi kurdî “Destpêk û Dîroka Sînemayê” (2018) ya nivîskar û lêkolînerê kurd Dilazad Artî, weke dijital / e-pirtûk ji Weşanên Zanîngehê hat weşandin û di rûpelên xwe de, ji destpêka heta roja me avakirin û pêşketinên hunera sînemayê bi awayekî lêkolînî mijar ji xwe re girtine. Di pirtûkê de geşedana sînemayê, ji despêkê hunera heftemîna heta roja me bi awayekî kronolojîk hatiye rêzkirin û ji bo sînemahez û sînemageran çavkaniyeke girîng e.

Nivîskar: Dilazad A.R.T

Weşanxane: Weşanên Zaningeh. Rûpel: 90

Bi Hemû Filmên Xwe Yilmaz Guney

Pirtûka “Bütün Filmleri İle Yılmaz Güney” (Bi Hemû Filmên Xwe Yilmaz Guney) ya lêkolîner û nivîskarê tirk ji aliyê Agah Ozguç re bi tirkî hatibû amadekirin, hemû mijar û kurtî yên çîrokên filmên yên lîstikvan derhêner û sînemavanê navdarê kurd Yilmaz Guney’ê berhev kirine û bi 120 fîlmên Yilmaz Guneyî bi wêneyên filmên derhênerê ve hatiye weşandin. Lêkolîna Ahag Ozguçî di sala 2015ê de ji nû ve, ji aliyê Agora Kitaplığı ve hate weşandin û xebateke girîng û watedar e.

 

Nivîskar/Amadekar: Agah Özgüç

Weşanxane: Agora Kitaplığı. Rûpel: 379

Demê Hatiye Morkirin

Pirtûka bi rûsî “Запечатлённое время” (Demê Hatiye Morkirin), ji gelek nivîs û gotarên derhênerê nemir ê rûs Andrey Tarkovskî pêk were û heta niha bi gelek zimanên cîhanê hatiye wergerandin. Lêkolîna girîng a derhênerê, di nav nivîsa sînemayê de berhemek gelek girîng e û Tarkovsky tê de fikr, hest û ramanên xwe yên li ser hunera heftemîn ango sînemayê anîye zimên. Pirtûk, bi navê “Sculpting in Time” bi ingîlîz hat weşandin. Di 2007ê de bi wergeriya nivîskara tirk Füsun Ant re û pişt re jî ji aliyê werger û nivîskarê tirk Mazlum Beyhan ve ji bo tirkî hatiye wergerandin û di 2017ê de ji Weşanên Agorayê derketiye.

Nivîskar: Andrey Tarkovskî / Werger: Fûsun Alp û Mazlum Beyhan. Weşanxane: Agora Kitaplığı. Rûpel: 272

(18ê meha Adarê)

*Ev nivîs cara yekem di hejmara çaremîn a kovara Bernamegehê de hate weşandin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir