Kovara sînemayê Sight and Soundê ji sala 1932yê û bi vir de, di bin sîwana Enstîtuya Fîlman a Brîtanyayê (British Film Institute, BFI) de weşana xwe didomîne û nêzîkî 70 salan e jî her deh salan carekê lîsteyên bi navê “100 Fîlmên Herî Serketî yên Hemû Deman” diweşîne.

Sight and Soundê edîsyona 2022yê weşandiye ku fîlmê Chantal Akermanê yê “Jeanne Dielman” (1975) di lîsteya fîlman de bû yekemîn û fîlmê Alfred Hitchcockî yê “Vertigo” (1958) bû duyemîn. Gelek fîlmên klasîk û girîng ên dîroka sînemayê di lîsteya fîlman de cihê xwe girtine.

Sight and Soundê bi dengên rexnegirên sînemayê, kurator, arşîvker û akademîsyenên li gelek welatên cîhanê ve her deh salan carekê lîsteya “100 Fîlmên Herî Serketî yên Hemû Deman” amade dike û ji bo edîsyona sala 2022yê bi tevahî 1,639 kes deng dane. Kovara sînemayê ji sala 1992yê bi vir de lîsteyeke din a ji bo derhêneran jî amade dike û bi navê “100 Fîlmên Herî Serketî yên Derhêneran” diweşîne ku ji bo edîsyona herî dawî ya vê lîsteyê 480 kes deng dabûn. Stanley Kubrick bi fîlmê xwe yê “2001: A Space Odyssey” (1968) re di vê lîsteyê de bûbû yekemîn û fîlmê “Jeanne Dielman” jî bûbû duyemîn.

20 fîlmen ku di lîsteya “100 Fîlmên Herî Serketî yên Hemû Deman” (2022) de cih digirin: 

1. Jeanne Dielman / Jeanne Dielman, 23, Quai du Commerce, 1080 Bruxelles (Derhêner: Chantal Akerman, 1975)

2. Vertigo (Der: Alfred Hitchcock, 1958)

3. Citizen Kane (Der: Orson Welles, 1941)

4. Tokyo Monogatari (Der: Yasujiro Ozu, 1953)

5. Fa yeung nin wah (Der: Wong Kar-wai, 2001)

6. 2001: A Space Odyssey (Der: Stanley Kubrick, 1968)

7. Beau Travail (Der: Claire Denis, 1998)

8. Mulholland Drive (Der: David Lynch, 2001)

9. Chelovek s kino-apparatom (Der: Dziga Vertov, 1929)

10. Singin’ in the Rain (Der: Stanley Donen ve Gene Kelly, 1951)

11. Sunrise: A Song of Two Humans (Der: F.W. Murnau, 1927)

12. The Godfather (Der: Francis Ford Coppola, 1972)

13. La règle du jeu (Der: Jean Renoir, 1939)

14. Cléo de 5 à 7 (Der: Agnès Varda, 1962)

15. The Searchers (Der: John Ford, 1956)

16. Meshes of the Afternoon (Der: Maya Deren ve Alexander Hammid, 1943)

17. Nema-ye Nazdik (Der: Abbas Kiarostami, 1989)

18. Persona (Der: Ingmar Bergman, 1966)

19. Apocalypse Now (Der: Francis Ford Coppola, 1979)

20. Shichinin no samurai (Der: Akira Kurosawa, 1954)

Ji bo hemû fîlmên lîsteyê: https://www.bfi.org.uk/.

Lîsteya “100 Fîlmên Herî Serketî yên Derhêneran ên Hemû Deman”: https://www.bfi.org.uk/

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com