10emîn Festîvala Fîlman a Bogazîçîyê di Cotmehê de destpê dike
Festîvala Fîlman a Navneteweyî Bogazîçîyê ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Bogazîçî ve tê lidarxistin û îsal cara dehem di navbera dîrokênde 12-28ê Cotmehê de li dar dikeve.
Di çarçoveya bernameya festîvalê de mînakên resen û nû yên sînemayê derdikevin li pêşberî sînemahezan, hevpeyvînên derhênerên fîlman têne kirin. Li festîvalê îsal cara yekem dê serîlêdanên belgefîlmên dirêj di beşeke cuda de bêne nirxandin ku hate ragihandin hemû belgefîlmên festîvalê dikarin serî li Pêşbaziya Belgefîlman a Neteweyî bidin. Li bernameya festîvalê, sala par du fîlmên “Okul Tıraşı” û “Sabırsızlık Zamanı” yên derhênerên Kurd jî hatibûn nîşandan.
Fîlmên festîvalê, di beşên Fîlmê Dirêj e Baştirîn, Derhênera/ê Baştirîn, Lîstikvana Baştirîn, Lîstikvanê Baştirîn, Senaryoya Baştirîn, Sînematografîya Baştirîn, Pevxistina Baştirîn, Fîlmê Yekem ê Baştirîn, Derhênera/ê Baştirîn a/ê YÖNê û Çêkera/ê Baştirîn a/ê FİYABê de dikevin pêşbaziyê. Fîlmên biyanî yên ku li festîvalên fîlman ên cîhanê hatine nîşandayîn jî îsal dê di sê beşên Metrajdirêj a Navneteweyî, Belgefîlma Navneteweyî û Kurtefîlmê Navneteweyî de derbikevin li pêşberî sînemehezan. Hemû kurtefîlmên festîvalê di heman demê ji bo Xelata Mezin a Ahmet Uluçayê dibin berendam.
Festîvala Fîlman a Bogazîçîyê bi piştgirîya Gerînendetîya Giştî ya Sînemayê ya Wezareta Çand û Hunerê û bi hevkarîya TRTyê tê lidarxistin û agahiyên serîlêdanê yên festîvalê dê ji aliyê Weqfa Çand û Hunerê ya Bogazîçî ve bêne ragihandin.
Li festîvalê, serîlêndanên beşa “Bosphorus Film Lab”ê di dîrokên 22-26ê meha Cotmehê de ne ku piştgirî didin ji bo projeyên nû yên fîlman. Beşa “Bosphorus Film Lab”ê bi hevkarîya sazîtî ya TRTyê tête lidarxistin. Ji bo proejeye Plaforma Pitchingê dê Xelata Çêkera Hevpar a TRTyê bidin, projeyeke jî dê bibe xwedîyê Xelata Sazkirina Rengan a Postbiyikê. Projeyên Work in Progressê jî dê ji bo Xelata Taybet a Wezareta Çand û Hunerê û Xelata Belavkirin a CGV Marsê bikevin pêşbazîyê.
Ji bo agahî: bogazicifilmfestivali.com
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com