10emîn Festîvala Fîlman a Duhokê di Berfanbarê de derdikeve li pêşberî sînemahezan
10emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê îsal dê di navbera rojên 9-16ê meha Berfanbarê de bi têmaya “Zimanê Zikmakî” bê lidarxistin û bernamaya festîvalê hate eşkerekirin. Sînemahez îsal jî dikarin gelek fîlmên metrajdirêj, belgefîlm û kurtefîlmên Kurdî û cîhanê li festîvalê temaşe bikin.
Pêvajoya serîlêdanê ya Festîvala Fîlman a Duhokê di meha Pûşberê de destpê kiribû ku derhêner fîlmên xwe heta 1ê meha Îlonê şandin li festîvalê. Fîlmên ku dê di çarçoveya bernameya festîvalê de bêne nîşandayîn diyar bûn. “Klamek Ji Bo Beko” (1992), “Zerê” (1926), “Sura” (2022), “The Decree” (2023), “Rojo Kaka” (2023), “Muzîka Li Pişt Sînoran” (2022) jî tê gelek fîlm li benda temaşevanên sînemayê ne.
Projeya bi navê Nûhat îsal ji bo sînemagerên ciwan hatiye amadekirin ku dê di beşên derhênerî, nivîsîna senaryoyê, sînematografî û pevxistinê de piştgirî bide.
Bernameya Festîvala Fîlman a Duhokê di du beşên; “Sînemaya Kurdî” û “Sînemaya Cîhanê” de tê lidarxistin û her sal bi dehan fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm têne nîşandayîn û dikevin pêşbazîyê. Ji bilî nîşandayîna fîlman, hevpeyvîn, panêl û çalakîyên din ên sînemayê jî li festîvalê cî digirin.
Ji bo agahî û bernameya festîvalê: www.duhokiff.com
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com