10emîn Festîvala Fîlman a Duhokê li benda fîlman e

Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê îsal cara dehemîn di navbera rojên 9-16ê meha Berfanbarê de derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Pêvajoya serîlêdanê ya fîlman di Pûşberê de destpê kiribû ku derhêner dikarin fîlmên xwe dê heta 1ê meha Îlonê bişînin li festîvalê.

Bernameya Festîvala Fîlman a Duhokê di du beşên; “Sînemaya Kurdî” û “Sînemaya Cîhanê” de tê lidarxistin û her sal bi dehan fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm têne nîşandayîn û dikevin pêşbazîyê. Ji bilî nîşandayîna fîlman, hevpeyvîn, panêl û çalakîyên din ên sînemayê jî di festîvalê de cî digirin.

Ji bo agahî: www.duhokiff.com

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir