10’emîn Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê cotmehê dest pê dike

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê îsal cara 10’emîn dê di navbera dîrokên 8-14’ê meha Cotmehê de li ser înternetê bê li darxistin.

Yek ji festîvalên fîlman ên Ewropayê, Festîvala Filmên Kurdî ya Berlînê îsal dê di navbera dîrokên 8-14’ê meha Kewçerê de ji ber vîrusa koronayê weke online û li ser înternetê bê li darxistin.

Di çarçoveya bernameya festîvalê de wê 50 belgefîlm, kurtefîlm û fîlmên metrajdirêj bêne nîşandayîn. Li festîvalê; çalakiyên konser, panêl û xebatên atolyeyê jî cih digirin.

Ji bo agahî: http://www.kurdisches-filmfestival.de

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir