11emîn Festîvala Fîlmên Bêasteng di Cotmehê de destpê dike
Festîvala Fîlmên Bêasteng îsal cara 11emîn wê di rojên 20-26ê Cotmehê de li Enqerê û di 4-5ê Mijdarê de li Eskîlşehîrê bê lidarxistin û fîlmên derhênerê navdar Ken Loachî jî dê di beşa bi navê “Şopa Tiliyê” de derbikevin li pêşberî temaşevanan. Fîlmên festîvalê bi pêşdarkirina bideng, zimanê îşaret û binnivîsa bikitekit ve têne nîşandayîn.
Di mehên borî de, bi dengên nivîskara sînemayê Asli Ildir, pevxistiner Baran Bozdağ û birêveberê bernameya Festîvala Fîlmên Bêasteng Kaan Denk ve 14 kurtefîlmên ji 19 welatên cîhanê ji bo beşa Pêşbirka Kurtefîlman hatibûn hilbijartin. Hate ragihandin ku berhevokeke ji sê fîlmên derhênerê navdar Ken Loachî pêk tê jî dê di beşa bi navê “Şopa Tiliyê” de bêne nîşandayîn.
Ken Loach derhênerê hoste yê çîna karkeran û bindestan e ku bi fîlmên xwe mora xwe li hunera sînemayê da. Di berhevoka fîlman de, sê fîlmên Ken Loachî yên “Kes” (1969), “Raining Stones” (1993) û “The Old Oak” (2023) cî digirin û fîlmên wî balê dikişînin li ser mijarên xizanî, cihêkarîya çînê, penaberî, bêkarî, perwerdehî û pirsgirêkên din ên civakî. “The Old Oak” promîyera xwe ya cîhanê li beşa Pêşbirka Bingehîn a 76emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê kir.
Kurtefîlmên ku wê di beşa Pêşbirka Kurtefîlman a 11emîn Festîvala Fîlmên Bêasteng de bêne nîşandayîn:
Bo And Trash – Tatiana Skorlupkina / Spanya
Birthday – Nobuyuki Morikawa / Japonya
On The Edge – Matteo Sanders / Awistirya
Adieu Gaston – Victor Guilbaud / Frensa
As Possible As Everything – Selen Orcan / Tirkiye
For Child Never Born – Afsaneh Aghanezhad, Valî Bagherî / Îran
İstanbul İstanbul – Demîr Ozcan / Tirkiye
Sister – Dorentina Imeri / Swîsre
Conditional Desire – Slouli Houcem / Tûnis
The Other – Negah Sohrabî / Îran
Split Ends – Alireza Kazemipour / Îran
Salça – Burak Oguz Saguner / Tirkiye
Love Has Nothing To Do With It – Yotam Knispel / Îsrail
Sleeping Beauty – Jana Nedzvetskaya / Rûsya
*Fîlmên festîvalê dê ji bo xelatên “Fîlmê Herî Serketî”, “Derhênera/ê Herî Serketî” û “Senaryoya Herî Serketî” bikevin pêşbazîyê.
Ji bo agahî û bernameya festîvalê: Engelsiz Festival
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com