11’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê dest pê dike

11’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê îsal di navbera 15-24’ê meha Gelawêjê li ser înternetê derdikeve li pêşberî sînemahezan.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê (LKFF) îsal cara 11’emîn dê di navbera dîrokên 15-24’ê Gelawêjê de ji ber vîrusa koronayê weke online bê li darxistin û hemû nîşandayîna fîlman bêpere ne.

Bernameya Festivala Fîlmên Kurdî ya Londonê de îsal bi giştî ji nîşandana kurtefîlman pêk tê û hevpeyvîn, panêl û masterclassan jî hatine amadekirin. Li festîvalê di gelek beşan de 50 fîlmên pevxistin, belgefîlm û anîmasyonên ên sînemaya Kurdî, li ser înternetê weke zindî derdikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê 10 salan e li paytexta Îngilîstanê tê li darxistin û îsal bi piştgiriya Enstîtuya Fîlman a Îngîlîz (BFI) û Tora Bînera Fîlman (FAN) re li ser înternetê dê deh rojan bidome. Fîlmên ku di bernameya festîvalê de cih digirin, dê ji bo Xelatên Kurtefîlmê Baştirîn ê Yilmaz Guneyê û Mansîyonên Juriya Taybet û Xelata MC ya Rûmetê bikevin pêşbaziyê.

Sewyana (afîş) 11’emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê ji aliyê Zelah Latteef ve hatiye amadekirin.

Ji bo bernameya Festîvala Fîlmên Kurdî ya Londonê: www.lkff.co.uk/programme

Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: