125 fîlmên metraj dirêj ên Koreyê li ser YouTubeê hate weşandin

Arşîva Fîlman a Koreyê, 125 fîlmên metraj dirêj ên Koreyê li ser YouTubeê weşandin û têde ji “A Coachman”, “A Hometown in Heart”, heta ‘Sopyonje’yê gelek fîlmên sînemaya Koreyê jî hene.

Di van salên dawî de fîlmên sînemaya Koreyê li seranserê cîhanê gelek eleqe dibîne û temaşevanên sînemaya Koreyê her ku diçe zêtedir dibe ku herî dawî fîlmê “Parasite” ku ji aliyê derhênerê navdar ê Koreya Başûrê Bong Joon-ho ve hatibû kişandin, li Xelatên Akademiyê (Oscarê) xelatên Fîlmê Herî Serketî û Derhênerê Herî Serketî girtin û fîlm, di çarçoveya bernameyên gelek festîvalên fîlman de hate nîşandan û xelat standin.

Li gorî nûçeya ku di malpera Bantmagê de cih digire, Arşîva Fîlman a Koreyê, 125 fîlmên metraj dirêj ên koreyê li ser YouTube weşandin û ji “A Coachman”, “A Hometown in Heart”, heta ‘Sopyonje’yê gelek fîlmên sînemaya koreyê li pêşberî sînemahezan e.

Di navbera fîlmên ku ji Arşîva Fîlman Koreyê ve hatine weşandin de gelek fîlmên klasîk ên sînemaya Koreyê cih digirin. Temaşevanên sînemayê, dikarin fîlmên Koreyê ku li Youtube hatine weşandin, weke jêrenivîs (binnivîs) ji vir temaşe bikin.

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: