13emîn Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan? di 9ê mehê de destpê dike

13emîn Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan?, îsal wê di rojên 9-13ê Berfanbarê de li Sînemaya Beyogluyê, Aynali Geçîtê û Postaneyê (Stenbol) bi têmaya bingehîn a “Mafê Hewîn û Bajar” re bê lidarxistin. Her sal gelek fîlmên bi Kurdî di çarçoveya festîvalê de derdikevin li pêşberî temaşevanan. Bernameya festîvalê wê di demeke nêz de li ser malpera www.hihff.org’ê bê eşkerekirin û îsal bi tevahî 35 fîlmên ku li ser mijarên mafên bajêr, hewîn, girtî û pirsgirêkên hawirdorê disekinin li festîvalê cî digirin.

Festîvala Fîlman a Kîjan Mafên Mirovan? îsal cara 13emîn derdikeve li pêşberî temaşevanan. Festîvalê her sal bal dikişîne li ser mijarên mafên mirovan, sala par bi têmaya “Jin û Azadî” re û di 2021ê de bi têmaya “Bêcezatî” re hatibû lidarxistin. Postera festîvalê îsal jî Volkan Olmez sêwirandiye. Li festîvalê ji bilî nîşandayîna fîlman, pêşengeha wêneyan, hevpeyvîn, forûm û xebatên atolyeyê têne lidarxistin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir