13’emîn Festîvala Fîlman a SineMardinê dest pê dike
13’emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya SineMardin di 6’ê meha Berfanbarê de li Mêrdînê bi nîşandana fîlmê “Xwişk” dest pê dike û bernameya festîvalê dê heta 13’ê mehê bidome.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya SineMardin îsal 13’emîn car e ji aliyê Ofîsa Fîlman a Mêrdînê ya Wezareta Çand û Turîzmê ve bêne lidarxisin. Bernameya festîvalê îsal bi nîşandana fîlmê “Xwişk” (Kiz Kardeşler) yê Emîn Alper, dest pê dike.
Di bernameya Festîvala Fîlman a SineMardin’ê de îsal nîşandana, Berhevoka SVKP û Berhevoka Kurt a SineMardinê û
berhevoka 24 fîlm de, gelek fîlmên dirêj kurtefîlm û belgefîlman, du salonên sînemayê yên Mardin AVM Cinemaximumê, di navbera 6-13’ê meha Berfanbarê li Mêrdînê bêne nîşandayîn.
Di bernameya Festîvala Fîlman a SineMardinê de fîlmên; Gorulmuştur, Kovan, Kuçuk Şeyler, Kapi, Baglilik Asli, Kovan, Kronolojî, Kralîçe Lear, Aîdîyet, Dîlsîz, Amîna, Hayat Tamîrcîsî, Parasite, Dolor y Gloria, It Must Be Heaven, Sînor, Bacurau, Nosferatu, Persona, Kuçuk Kahramanlar, Şakafta, Şampîyon, Ayna, Haîn, Omar ve Bîz, Profesor ve Dahî, cih digirin.
Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya SineMardinê ji sala 2006’ê bi vir de her sal, bi armanca nasandina çand û binesaziya bajêr têne lidarxistin.
Hemû nîşandana fîlman û çalakiyên ku di çarçoveya bernameya festîvalê de bêne li darxistin bê pere ne.
Ji bo agahî û têkilî: www.sinemardin.com.tr
Twitter / İnstagram: @sinemardin
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com