13emîn Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê di meha Mijdarê de derdikeve li pêşberî temaşevanan

13emîn Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê ya Navneteweyî îsal wê di rojên 17-23yê Mijdarê de bi dirûşma “Ji bo hemû kesan Edalet” li Stenbolê li dar bikeve û Xelatên Rûmetê yên festîvalê diyar bûn.

Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê ji sala 2011ê bir vir de bi pêşengîya Zankoya Hiqûqê ya Zanîngeha Stenbolê ve tê lidarxistin; kurtefîlm, metrajdirêj û kurtebelgefîlmên sînemageran tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê. Festîvalê bi têmaya “Azadîya Gotinê” li dar dikeve û Xelatên Rûmetê yên festîvalê jî diyar bûn. “Xelata Rûmetê ya Sînemayê” îsal didin Ayşenîl Şamlîoglu, ji bo “Xelata Rûmetê ya Akademîk” navê Prof. Dr. İoanna Kuçuradî û ji bo “Xelatên Tevkarîya Sînemayê” jî navên nivîskara sînemayê Alîn Taşçiyan û derhênerê dîmenê Huseyîn Ozşahîn hatin eşkerekirin. Xelatên Rûmetê wê di 16ê Mildare de bi merasimek bêne dayîn.

Dîrektorîya Bernameya Fîlmên Metrajdirêj a festîvalê îsal nivîskar û rexnegirê fîlman Franck Finance-Madureira dike. Franck Finance-Madureira damezrînerê QUEER PALM a Festîvala Fîlman a Navneteweyî Cannesê ye û ji sala 2010ê bi vir de rêveberîya beşa Cannesê dike. Bernameya festîvalê bi serokatîya Prof Dr. Adem Sozuerî û bi dîrektorîya Bengî Semercî tê lidarxistin.

Pêvajoya serîlêdanê ya beşên pêşbirkê yên festîvalê di 1ê Îlonê de bi dawî dibe. Afîşa bernameya sêzdehemîn a Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê ji alîyê Emre Senan ve hatiye sêwirandin.

Ji bo agahî û bernameya festîvalê: İcapff 

Ji Festîvala Fîlman a Sûc û Cezayê fîlmê “Metronom” bi ser ket

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir