13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê destpê kir
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê ji alîyê Mîtosfîlmê ve ji sala 2002yê bi vir de tê lidarxistin ku îsal cara 13emîn li li Mitte û Kreuzbergê (Berlîn) derdikeve li pêşberî temaşevanên sînemayê. Bernameya festîvalê 6ê Cotmehê destpê kir û dê heta 12ê mehê bi nîşandayîna fîlman û bi çalakîyên sînemayê ve bidome. Fîlmên festîvalê li ser twittirê hatin eşkerekirin.
Metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlmên “Şevbaş Pêşmerge”, “Im toten Winkel”, “Gava Şitil Mezin Dibin”, “Elîf Ana” (Dayîka Elîf), “Rheingold”, “Bûkê Baranê”, “Zimanê Dayikê”, “Ji bo Edaletê”, “Baby Ant”, “Aforoz”, “Wergerandina Ulyssesê”, “Holy Bread”, “Mandoo”, “The Kites Without Wind”, “Zero” jî tê de îsal gelek fîlmên bi Kurdî wê li çarçoveya festîvalê bêne nîşandayîn.
Bernameya festîvalê her sal him fîlmên sînemagerên kurd, him jî fîlmên sînemagerên Ewropî tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê, panêl û hevpeyvînên sînemayê li dar dixe. Rojnameya Le Monde Diplomatique Kurdî îsal partnerîya çapemenîyê ya festîvalê dike û meha borî fragmana festîvalê ya fermî hatibû weşandin.
Ji bo agahî û bernameya festîvalê:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com