Xelatên 13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê diyar bûn

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê ji alîyê Mîtosfîlmê ve ji sala 2002yê bi vir de tê lidarxistin ku îsal cara 13emîn di navbera rojên 6-12ê Cotmehê de li Mitte û Kreuzbergê (Berlîn) derket li pêşberî sînemahezan. 40 fîlm di çarçoveya festîvalê de weke onlineê jî hatin nîşandayîn û xelatên festîvalê diyar bûn.

Xelatên 13emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Berlînê

Xelata Fîlmê Kurdî yê Herî Serketî: 

Khokoushten Ba Shewazi Nietdchze / derhêner: Peyam Kurdistanî

Xelata Mafên Mirovan:

Distan / der: Abdurrahîm Karabulut, Mahsun Celayîr

Hooves Beat / der: Fargol Masrurirad, Seyyed Hossein Zeitunnejad

Xelata Derhênerê Herî Serketî:

Sêv / der: Mehmet Acaruk

Prize For Emerging Filmmakers: 

Paths / der: Azhîn Kawa

Sêv / der: Mehmet Acaruk

Festîvalê her sal him fîlmên sînemagerên kurd, him jî fîlmên sînemagerên Ewropî tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê, panêl û hevpeyvînên sînemayê li dar dixe. Rojnameya Le Monde Diplomatique Kurdî îsal partnerîya çapemenîyê ya bernameya festîvalê kir.

Ji bo agahî û bernameya festîvalê:

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d