13’emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentaristê dest pê dike

13’emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentaristê îsal ji ber mercên pandemiyê dê di navbera dîrokên 6 û 16’ê meha Pûşberê de weke online bê li darxistin.

Rojên Fîlman a Stenbolê Documentarist, 12 salan e di havînê de tê li darxistin û di çarçoveya bernameyê de, gelek belgefîlm û kurtefîlmên derhêneran derdikevin li pêşberî sînemahezan.

Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist jî wekî gelek festîval û rojên fîlman îsal ji ber şert û mercên vîrusa coronayê dê weke online bê li darxistin û bernameya Documentaristê jî hat eşkere kirin. Îsal di bernameya onlineê ya Documentaristê de; berhevoka 10 fîlmên ku di bernameyên salên borî de hatine nîşandan, ji derhêner Alan Berlinerî dersên sînemayê û hevpeyvînên derhêneran û xebatên atolyeyê jî cih digirin.

Ji bo agahî û têkilî: www.Documentarist.org

Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir