13’yemîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist dest pê dike

13’yemîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist îsal ji ber mercên pandemiyê di navbera dîrokên 6 û 16’ê meha Pûşberê weke online bête li darxistin.

Rojên Fîlman a Stenbolê Documentarist, 12 salan e di havînê de tête li darxistin û di çarçoveya wê de, gelek belgefîlm û kurtefîlmên derhêneran derdikevin li pêşberî sînemahezan.

Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist jî wekî gelek festîval û rojên fîlman îsal ji ber şert û mercên vîrusa coronayê weke online bête li darxistin û bernameya Documentaristê jî hat eşkere kirin. Îsal di bernamaya onlineê ya Documentaristê de; berhevoka 10 fîlmên ku bernamayên salên borî de hatine nîşandan, ji derhêner Alan Berlinerî dersên sînemayê û hevpeyvînên derhêneran û xebatên atolyeyê jî cih digirin.

Ji bo agahî û têkilî: www.Documentarist.org

Nûçe – Sînemaya Sînemaya – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: