14emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê li benda fîlman e

14. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê îsal dê di 22yê meha Mijdarê de destpê bike û heta dîroka 26ê Mijdarê bi nîşandayîna fîlman bidome. Hate ragihandin ku ji bo fîlman pêvajoya serîlêdanê destpê kir ku sînemager dikarin fîlmên xwe heta 31ê Gelawêjê bişînin li festîvalê.

Festîvala Fîlmên Kurdî ya Hamburgê her sal fîlmên nû yên Sînemaya Kurdî tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê, hevpeyvîn, û panêlên sînemayê jî di bernameya festîvalê de têne lidarxistin.

Derhêner dikarin fîlmên xwe bi rêya vê lînkê bişînin li festîvalê:

Ji bo agahî: http://hkff.info

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir