15emîn Rojên Belgefîlman a Documentaristê destpê dike

Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentaristê yek ji rojên belgefîlman ên herî girîng e ku îsal di dîrokên 25-30ê Pûşberê de cara 15emîn derdikeve li pêşberî belgefîlmhezan. Bernameya rojên belgefîlman her sal di rojên xwe de mînakên herî rojane û xweş ên sînemayê dihewîne û tîne li ber temaşevanan.

Îsal Documentaristê di 24ê Pûşberê de bi nîşandana belgefîlma “Love, Deutschmarks and Death” ya derhêner Cem Kayayî li Salona Konseran a Cemal Reşît Reyê destpê dike. Di bernameya 15emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentaristê de ji zêdetirî 70 belgefîlm li şeş cihên cuda yên Stenbolê bêne nîşandayîn û ji bo temaşevanan gelek çalakîyên din ên sînemayê jî hatine amadekirin. Belgefîlmên; Bettina (2022), Herr Bachmann und seine Klasse, 2021) û Genderation (2021) jî tê de ne, gelek fîlmên Elmanyayê li Documentaristê dibin mêvan.

Îsal beşeke nû ya bi navê ‘3×3’ lê li bernameyê zêde kirine ku armanca wê bi sê belgefîlmên derhêneran dê wan bidin naskirin. Mêvanên beşa nû jî Monika Treut, Magnus Gertten û Aliona van der Horst in. Herwiha bi beşdariya Magnus Gertten, Aliona van der Horst û Cem Kayayî dê paneleke bi navê “Di Belgefîlmê de Bikaranîna Arşîva Afirîner” jî bê lidarxistin. Têkiliya arşîv û belgefîlman îsal yek ji mijarên sereke yên Rojên Belgefîlman a Documentaristê ne.

Îsal cara yekem li Muze Gazhaneyê nîşandanên servekirî yên fîlman jî derdikevin li pêşberî sînemahezan ku dê 5 rojan bidome û li ser mijarên ekolojî û qeyrana avhewayê disekinin. Li Documentaristê, di çarçoveya gelek beşên wekî; ‘Mafên LGBTİ+yê’, ‘XR Yok Oluş İsyanı’, ‘Çîrokên Dê-Bavtî û Mezinbûnê’, ‘Fîlmên Muzîk û Reqsan’, ‘Belgefîlmên Niwandinê’ de gelek belgefîlm bêne nîşandan. Paneleke din a li ser îthalata çopên plastîk jî cî digire. 

Di Rojên Belgefîlman a Documentaristê de îsal 30 belgefîlmên Tirkiyeyê hene. Hate ragihandin ku Xelata Qabiliyetê ya Nû didin derhêner Johan van der Keukenî û juriya xelatê jî ji akademisyen Ozlem Guçlu, bernamekar-pispora ragihandina dîjîtal Karen Cirillo, derhêner Ahu Ozturk, pevbestîner Selda Taşkin û sînemager-akademisyen Can Candanî pêk tê. Di nava juriya FIPRESCIyê (Federasyona Rexnegirên Fîlman a Navneteweyî) ya Festîvalê de ji Ukraynayê Natalia Moussienko, ji Swîsreyê Teresa Vena û ji Tirkiyeyê Ovgu Gokçe cih digirin.

Hemû nîşandayînên fîlman ên 15emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê ya Documentaristê; li Navenda Çanda Fransizê, Cine Majesticê, Aynalî Geçît û Muze Gazhaneyê, xebatên kargeh û çalakîyên din jî li Çand û Hunerê ya Yapı Kredî (Beyoglû) û Postaneyê (Galata) bêne lidarxistin. Nîşandanên li Navenda Çanda Fransizê, Cine Majesticê bi bîletan û nîşandan û çalakîyên hunerî yên Aynalî Geçît û Muze Gazhaneyê bêpere ne. Agahîyên bikitekit ên Documentaristê dê di rojên nêz de bêne ragihandin.

Çavkanî: Altyazi.net

Ji bo bername û agahî: documentarist.org

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir