16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist destpê kir
16emîn Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist îro bi dirûşma “Meşa Belgefîlmên Helbestî” destpê kir û dê heta 16ê mehê bi nîşandayîna belgefîlman bidome. Li bernameya Documentaristê wê gelek belgefîlmên Kurdî jî bêne nîşandayîn.
Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentarist îsal cara 16emîn li Institut Français (Navenda Çanda Fransız), Metrohan, Aynali Geçit, Cadde Bostan Kultur Merkezî û Muze Gazhayê tê lidarxistin ku li Metrohan a Tunela Beyogluyê ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ye, bi merasimek destpê kir. Kordînatoriya bernemayê derhênerên belgefîlman Emel Çelebi û Necati Sonmez dikin. Gelek belgefîlmên welatên Baltik ên Lîtvanya, Estonya û Letonyayê, gelek belgefîlmên bi Kurdî, ji belgefîlmên Tirkiyeyê û welatên din ên cîhanê di beşên “Ji Bo Aştiyê Dengê Jinan”, “Panoramaya Tirkiyeyê” û “Panoramaya Dinyayê” de derdikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Belgefîlmên bi Kurdî yên “Dengê Radyoya Rewanê li ku ye?” (derhêner: Mustafa Orman), “Rec” (der: Rêzan Mîr Ugurlu), “Koçer” (der: Selîm Alan), “Wergerandina Ulyssesê” (Aylîn Kuryel, Fırat Yucel), “Herkes Topraga Gomulur, Ben Suya” (der: Fettullah Çelîk / bi Kurdî-Tirkî) û di “Beşa Taybet” a bi navê “Ji bo Aştiyê Dengê Jinan” de belgefîlmên li ser jinên Kurd ên; “Barişa adanmiş bir Omur: Aysel Tugluk” (der: Mehveş Evîn), “Rosa: Haklarimiz ve hayatlarimiz îçîn!” (der: Guliz Saglam), “Hakîkat, Înat, Cesaret, Umut: Eren Keskin” (der: Ayşegul Dogan), “Kezî” (der: Fatma Çelîk) û “Kadin, Yaşam, Adalet” (der: Ekîn Çalişir) têne nîşandayîn.
Derhêner Somnur Vardar weke mêvana rûmetê hate hilbijartin û sê belgefîlmên wê yên “Boşlukta”, “İstanbul Berlin’da” û “Yolun Başinda” li bernameya Documentaristê cih digirin. Ji bilî nîşandayîna belgefîlman, bernameya atolyeya dersa sînemayê ya Audrus Stonysî ya bi navê “Dîmenên Bêdengiyê”, foruma li ser Bajar, Ked û Afatê, Panela “Di Belgefîlm de keda nayê dîtin”, “Mavi Kuş Dayanişmasi” jî ji bo bernameyê hatine amadekirin.
Ji bo agahî û bernameya Documentaristê:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com