18 fîlmên ku îhtimala wan heye di sala 2021an ji bo pêşbirka Oscar’ê bêne bijartin
Nûçe: Nurullah Oral
Şeva Xelatan Oscar’ê ya sala 2021an dê di 25ê Avrelê de pêk were. Fîlmên ku wê di pêşbirka Oscar’ê da bêne hilbijartin hê jî diyar nebûne.
Wekî gelek festîvalên fîlman ên cîhanê, dîroka Xelatên Akademiyê (Oscar) jî ji ber şewba koronayê hatibû bi paşxistin û ragihandin ku şeva Xelatên Oscar’ê dê di 25ê Avrêla 2021an de pêk were.
Hatiye diyar kirin; fîlmên ku di sînemayan de nehatine weşandin lê belê li ser platforma dîjîtalê hatine weşandin jî dikarin tevlî li pêşbirka Oscar’ê bibin.
Gelo îsal wê kîjan fîlm têkeve pêşbirka Oscar’ê?
Malpera sînemayê Indiewire-ê ji bo temaşevanan lîsteyeke giranbuha amade kiriye.
Fermo; 18 fîlmên ku îhtimala wan heye dê di sala 2021an ji bo pêşbirka Oscar’ê bêne bijartin:
1.Wes Anderson, ”The French Dispatch” (4ê Cotmehê )
Fîlm, di salên 1950an de li Parîs’ê derbas dibe. The French Dispatch ‘ behsa komeke rojnamegerên ku li bûroya Amerikayîyan dixebitin, dike.
Serlîstikvanên fîlmê ji Benicio del Toro, Adrien Brody, Tilda Swinton, Lea Seydoux, Frances McDormand, Timote Chalamet û Bill Murrayî pêk tê.
Wes Anderson bi fîlmê xwe yî ”The Grand Budapest Hotel” ê di sala 2015an de di 9 beşan de bûye berendamê Oscar’ê û di 4 beşên teknîkî de xelat girtiye.
2. Sofia Coppola “On The Rocks “
Derhêner Sofia Coppola bi fîlmê xwe yê ku navê wî “Lost in Translation” e Xelata Oscar’ê girtiye. Serlîstikvanên fîlmê ji Bill Murray, Rashida Jones, Marlon Wayans, Jessica Henwick û Jenny Slateyê pêk tê.
Fîlmê “On The Rocks” ê behsa serpêhatiyên jineke ku li New York’ê ye dike.
3. Guillermo Del Toro, “Nightmare Alley”
Derhêner bi fîlmê xwe yê ‘The Shape Of Water’ di Oscar’ê da bi ser ketibû. Dibe ku bı vî fîlmê xwe jî Xelata Oscar’ê bigire.
‘Nightmare Alley’ ji romana William Lindsay Greshame ji aliyê Kim Morgen ve hatiye montaj kirin . Serlîstikvanên fîlmê ji kesên gelek navdar pêk tê; Bradley Cooper, Cate Blanchett, Toni Collette, Williem Dafoe, Rooney Mara, Ron Periman, Richard Jenkins di fîlmê de cih digirin.
Cooper di fîlmê xwe da ew kesê ku ji wî xeteretir e (Blanchett) niwandiye.
Ciwaneke têra xwe çavsor e û dikare mirovan manîpule bike weke dêrûnnaseke di fîlm de cîh digire.
4. David Fincher, “Mank”
Piştî du rêzefîlmên ku bi navê ‘House of Cards’ û ‘Mindhunter’ Fincher vê carê bi fîlmekî derdikeve li pêşberî temaşevanan. Fîlm behsa jiyana senarîstê fîlmê “Citizen Kane” ya Herman Mankiewiczê dike. Karakterê Mankiewicz Gary Oldman diniwîne.
Xeynî Gary Oldman, Amanda Seyfried, Lily Collins, Tom Burke, Charles Dance, Tuppence Middleton, Arliss Howard, Joseph Cross, Ferdinand Kingsley, Jamie Mcshane, Sam Troughton, Toby Leonard Moore û Tom Pelphrey di fîlm de cîh digirin.
5. Paul Greengrass, “New Of The World”
Senaryoyaya fîlmê “New Of The World”ê ji aliyê Paul Greengrass û Luke Daviesî ve hat nivîsandin û serlîstikvanê fîlmê Tom Hanks e. Mijara fîlmê, ji romana dîrokî ya nivîskar Paulette Jilesê ku di sala 2016’an de hatibû weşandin ji bo hunera heftemîn hat kişandin û qala serdema piştî Şerê Navxweyî yê Amerîkayê dike. Luke Davies, di heman demê de senarîstê fîlmên Greengrass (“United 93”) û “Lion”ê ne.
6. Eliza Hittman “Never Rarely Sometimes Always” (3yê Avrêlê)
Fîlmê “Never Rarely Sometimes Always” di çarçoveya Festîvalên Fîlman ên Navneteweyî yên Sundance û Berlînê hatibû nîşandayîn û xelat standibû. Fîlm, çîroka jiyan û rêwîtiya du keçên ciwan dike û di kadroya fîlmê de lîstikvanên wekî Sidney Flanigan, Talia Ryder, Théodore Pellerin, Ryan Eggold, Sharon Van Etten jî dilîzin.
7. Ron Howard, “Hillbilly Elegy”
“Hillbilly Elegy” ji aliyê derhêner Vanessa Taylorê ji romana bi navê “Hillbilly Elegy: A Memoir of a Family and Culture in Crisis” (2016) ya nivîskar J.D. Vanceyî bo sînemayê lê hat anîn û tê de lîstikvanên wekî Gabriel Basso, Amy Adams û Glenn Close jî cih digirin. Fîlm, qala çîroka sê nifşên malbeteke ku li Çiyayên Apalaşê dijîn, dike.
8. Spike Lee, “Da 5 Bloods” (12êHêzîranê)
Di fîlmê “Da 5 Bloods” yê Spike Leeyî de, lîstikvanên Chadwick Boseman, Jonathan Majors û Paul Walter Hauser cih digirin û mijara fîlmê, li ser çîroka çar emerîkanê ji efrîqayî ye ku rêwîtiya wan a ber bi Vîetnamê nîşan dide. Senaryoya fîlmê; Danny Bilson, Paul Demeo û Kevin Willmott nivîsîne.
9. Tom McCarthy, “Stillwater” (6êMijdarê)
“Stillwater” fîlmê dawî yê xelatgirê Oscarê McCarthyî ye û serlîstikvanên fîlmê Matt Damon û Abigail Breslin in. Senaryoya fîlmê McCarthy, Thomas Bidegain û Noé Debré bi hev re nivîsandine û fîlm, li ser çîroka bavek û keça wî ya li girtîgehê disekine. Derhênerê navdar McCarthyî bi fîlmê xwe yê “Spotlight” re bûbû Xelatgirê Oscarê.
10. Mike Mills, “C’mon, C’mon” (fall, A24)
Fîlmê “C’mon, C’mon”ê qala çîroka jiyana derhênerekî belgefîlman dike û serlîstikvanê fîlmê Xelatgirê Oscarê Joaquin Phoenix e û di fîlmê de Gaby Hoffmann û Artrial Clark jî dilîzin. Lîstikvanê navdar Joaquin Phoenix sala par, bi rola xwe ya fîlmê “Joker”ê re di beşa Lîstikvanê Baştirîn de xelata Oscarê girtibû.
11. Christopher Nolan, “Tenet” (12êGelawêjê)
“Tenet” fîlmê nû yê derhênerê navdar ê cîhanê Christopher Nolanî ye û di fîlmê de John David Washington, Robert Pattinson, Aaron Taylor-Johnson, Kenneth Branagh, Clémence Poésy, Dimple Kapadia ve Michael Caine jî cih girtine. Fîlm, qala çîrokeke cesûsîya navneteweyî dike.
12. Ridley Scott, “The Last Duel” (25’ê Berfanbarê)
Fîlmê “The Last Duel” ji romana “The Last Duel: A True Story of Trial by Combat in Medieval France” ya nivîskar Eric Jagerî, ji aliyê derhêner Ridley Scottî ve hatiye kişandin û senaryoya wê jî Ben Affleck, Matt Damon û Nicole Holofcenerê nivîsîne. Di kadroya fîlmê de Ben Affleck, Matt Damon, Adam Driver û Jodie Comer jî cih digirin.
13. Aaron Sorkin, “The Trial of the Chicago 7”
“The Trial of the Chicago 7” ji aliyê Aaron Sorkin ve hate kişandin. Çîroka fîlmê li Chicagoyê di sala 1968’ê de diqewime û qala rêpîvanên aştiyaneyê dike. Di fîlmê de lîstikvanên wekî Yahya Abdul-Mateen II, Eddie Redmayne, Sacha Baron Cohen, Jeremy Strong, Joseph Gordon-Levitt, Alex Sharp, Mark Rylance, Michael Keaton, Frank Langella ve John Carroll Lynch jî lîstine.
14. Steven Spielberg, “West Side Story” (18êBerfanbarê)
Fîlmê “West Side Story” ji aliyê derhênerê navdarî Steven Spielberg ve ji muzîkala “West Side Story”ê lê hatiye anîn ku serlîstikvanên fîlmê Ansel Elgort û Rachel Zegl in. Fîlm, ji çîroka Romeo û Julietê ya Willam Shakespeareyî îlham werdigire û senaryoya wê, berendamê Oscarê Tony Kushner nivîsîye. Senarîst Tony Kushner bi fîlmên xwe yên Munich û Lincoln ve tê naskirin.
15. Denis Villeneuve, “Dune” (18êBerfanbarê)
Di fîlmê “Dune”yê de lîstikvanên wekî Oscar Isaac, Timothee Chalamet, Rebecca Ferguson, Stellan Skarsgard û Charlotte Ramplingê cih digirin û çîroka fîlmê ji romana nivîskar Frank Herbertî ji bo sînemayê hatiye kişandin. Wejêkar Frank Herbert xelatên Hugo û Nebula’yê girtine.
16. Taika Waititi, “Next Goal Wins”
“Next Goal Wins” qala çîroka tîma neteweyî ya Samoayê Amerikayî dike û te de lîstikvanên Michael Fassbender, Elisabeth Moss, Kaimana, Beulah Koale, Rachel House, Armie Hammer dilîzin. Serlîstikvanê fîlmê Michael Fassbender bi fîlmên xwe yên “12 Years a Slave” û “Steve Jobs” re tê naskirin û lîstikvan bûbû berendamê Oscarê.
17. Joe Wright, “The Woman in the Window”
Fîlmê “The Woman in the Window” ji romana nivîskar A.J. Finnî ji bo sînemayê hatiye kişandin û mijara wê li New Yorkê derbas dibe. Di fîlmê de lîstikvanên wekî Amy Adams, Julianne Moore, Gary Oldman, Anthony Mackie, Brian Tyree Henry, Wyatt Russell jî cih digirin.
18. Chloé Zhao, “Nomadland”
“Nomadland” fîlmê dawî yê Chloé Zhaoyê ye ku qala çîroka rêwîtiya mêrekî kalê dike û di fîlmê de lîstikvanên Frances Mcdormand, Linda May, Charlene Swankie dilîzin. Serlîstikvanê fîlmê Frances Mcdormand, bi fîlmên xwe yên “Three Billboards Outside Ebbing” û “Missouri” ve du caran xelatên Oscarê girtine.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com