19’emîn Festîvala Çand û Xweza ya Munzûrê dest pê kir

19’emîn Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê duh bi dirûşmê “Xwedî li Dêrsîm, bawerî, ziman û çanda wê derkeve. Bijî û bide jiyandin.” ve li Dêrsîmê dest pê kir.

Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê duh bi tevlîbûna gelek hemwelatî, Serokê Şaredariya Dêrsîmê Fatîh Mehmet Maçoglu, rêxistinên civaka sîvîl, nûnerên komele û partîyên siyasî ve, li dû seredana Gola Çetoyê li qada Seyîd Riza ya bajarê Dêrsîmê dest pê kir. Festîval ji aliyê Şaredariya Dêrsîmê û DEDEF’ê ve tê li darxistin.

Di çarçoveya bernameya Festîvala Çand û Xwezayê ya Munzûrê de, dê gelek çalakî û konserên cur bi cur bêne lidarxistin û heta 28ê meha Tîrmehê bidome.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir