1’emîn Festîvala Fîlman a Golden ya Stenbolê dest pê kir
1’emîn Festîvala Fîlman a Golden ya Stenbolê dest pê kir. Îsal bernameya festîvalê ji ber şewba koronayê online weke online tête li darxistin.
Festîvala Fîlman a Golden ya Stenbolê îsal cara yekem û li ser înternetê tête li darxistin û dîrektorên festîvalê Alice Muller, Eren Çakmak û Mehmet Solak in. Hat ragihandin ku fîlmên ku li bernameya Festîvala Fîlman a Golden ya Stenbolê cih digirin, di beşên wekî Fîlmê Baştirîn (Navneteweyî û Netewî), Belgefîlmê Baştirîn (Navneteweyî û Netewî), Anîmasyona Baştirîn (Navneteweyî û Netewî) de weke online derdikevin li pêşberî sînemahezan û di dawiya festîvalê de ji bo xelatgirên festîvalê xelatên pere û betlaneyan bêne dayîn.
Temaşevanên sînemayê dikarin li ser malpera festîvalê ya bi navê istanbulgoldenfilmfestival.wordpress.com’ê
bernameya festîvalê bişopînin û temaşe bikin.
https://instagram.com/istanbulgoldenfilmfestival
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com