1’emîn Festîvala Fîlman a Goldenê ya Stenbolê dest pê kir

1’emîn Festîvala Fîlman a Golden ya Stenbolê dest pê kir. Îsal bernameya festîvalê ji ber şewba koronayê dê weke online bê li darxistin.

Festîvala Fîlman a Goldenê ya Stenbolê îsal cara yekem û li ser înternetê tê li darxistin ku dîrektorên festîvalê Alice Muller, Eren Çakmak û Mehmet Solak in. Hat ragihandin ku fîlmên ku li bernameya Festîvala Fîlman a Goldenê ya Stenbolê cih digirin, di beşên wekî Fîlmê Baştirîn (Navneteweyî û Netewî), Belgefîlmê Baştirîn (Navneteweyî û Netewî), Anîmasyona Baştirîn (Navneteweyî û Netewî) de weke online derdikevin li pêşberî sînemahezan û dê di dawiya festîvalê de ji bo xelatgirên festîvalê xelatên pere û betlaneyê bêne dayîn.

Temaşevanên sînemayê dikarin li ser malpera festîvalê ya bi navê istanbulgoldenfilmfestival.wordpress.com’ê bernameya festîvalê bişopînin û temaşe bikin.

https://instagram.com/istanbulgoldenfilmfestival

Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir