1emîn Rojên Sînematekê destpê dike
1emîn Rojên Sînematekê di 3yê Pûşberê de destpê dike û dê li Sînematekê/Mala Sînemayê bi beşdarîya pîşedarên endustrîya sînemayê panel, hevpeyvîn û xebatên kargehan bê lidarxistin.
Rojên Sînematekê îsal cara yekem di navbera 3-4-5ê meha Pûşberê de bi beşdarîya pîşedarên endustrîya fîlman li navanda Sînematekê/Mala Sînemayê tête lidarxistin ku pîşedarên sînemayê û xebatkarên sînemayê yên ku bi awayekî aktîf dixebitin an jî kesên ku dixwazin bikevin sektora sînemayê tîne cem hev û derfeteke nû diafirîne. Di bernameya Rojên Sînematekê de, dê di dîroka 4ê Pûşberê de bi beşdarîya derhênerên kurd Rûken Tekeş û Mehmet Alî Konarî hevpeyvîneke bi sernavê “Berîdanîyên Nû yên di Sînemaya Kurdî de” bê li darxistin ku moderatorê hevpeyvînê derhêner û nivîskarê sînemayê Soner Sert e.
Rojên Sînematekê ji aliyê Sinema Adasi ve tê li darxistin û dê li ser mijarên pêvajoya fonê ya senaryoyê, hilbijartina lîstikvanan, belavkirin û bazargerîya fîlman bisekinin.
Bernameya Sînematekê wê 3 rojan di navbera saetên 10:00 û 18:00an de bidome û hate ragihandin ku hemû serîlêdanên kargehan ji ber tijetîyê hatiye girtin.
Ji bo bernameya Rojên Sînematekê:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com