25’emîn Festîvala Fîlmên Jinan a Navneteweyî ya Uçan Supurgeyê di navbera 26ê Gulanê û 5ê Pûşberê de li Sînemaya Buyulu Fener a Kızılayê û Navenda Hunerên Nûjen a Dogan Taşdelenê li dar dikeve.
Festîvala Fîlman a Uçan Supurgeyê ji sala 1998’ê bi vir de tê li darxistin û li Tirkiyeyê yekem festîvala fîlmên jinan e ku ji bo ked û xebatên sînemagerên jin hatiye avakirin. Di festîvalê de, fîlmê “Sonne” yê derhênera kurd Kurdwin Ayubê, belgefîlma “Cadı Üçlemesi 15+” ya derhênera tirk Ceylan Ozgun Ozçelîkê, belgefîlma “Heskîf” ya Elîf Yîgîtê jî cih digirin.
Festîval îsal dê di 26ê Gulanê bi têmaya “Mîrasên Jinan” destpê bike û heta 5ê meha Pûşberê bidome. Di çarçoveya bernameya Uçan Supurgeyê de ji Endonezyayê heta Hindîstanê û ji Kosta Rîkayê heya Arjantîn, Vîetnam û Îngilistanê; kurtefîlm, metrajdirêj û belgefîlmên ji zêdetirî 60 derhênerên jin ve hatine kişandin cîh digirin û fîlmên festîvalê li Sînemaya Buyulu Fener a Kızılayê û Navenda Hunerên Nûjen a Dogan Taşdelenê li Enqereyê bêne nîşandayîn.
Li bernameya Festîvala Fîlmên Jinan a Uçan Supurgeyê gelek fîlmên xelatgirtî jî hene û ji bo Xelata Bilge Olgaç a Serketinê navên Neşe Yulaç, Ayşenîl Şamlîoglu û Anna Maria Aslanoglu, ji bo Xelata Pîrheboka Ciwan navê Nazli Bulum, ji bo Xelata Rûmetê navê Şerîf Sezer hatine eşkerekirin.
Ji bo têkilî û bernameya festîvalê:
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com