25emîn Xelatên Fîlmên Serbixwe yên Brîtanî diyar bûn

Xelatên Fîlmên Serbixwe yên Brîtanî (BIFA) her sal ji bo fîlmên herî serketî yên sînemaya serbixwe ya îngilizê têne dayîn û îsal cara 25emîn hate lidarxistin ku di sala 2017ê de beşeke nû ya Craftê jî lê zêde kiribûn.

25emîn Xelatên Fîlmên Serbixwe yên Brîtanî diyar bûn û fîlmê Charlotte Wellsî yê “Aftersun” ji BIFAyê sê xelat (Sînematorafîya Herî Serketî, Pevxistina Herî Serketî û Venerîna Muzîkan a Herî Serketî) girtin. Fîlm, bi tevahî di 16 beşan de weke berendam hatibû nîşandayîn, fîlmê Shaheen Baig di 13 beşan de û “The Wonder” jî di 12 beşan de bûbûn berendam.

“Aftersun” promîyera xwe li 75emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê kir û di mehên payîzê de li gelek festîvalên fîlman hate nîşandayîn ku yekem metrajdirêj a Charlotte Wells e.

Lîsteya Xelatên BIFA Craftê ya 2022yê:

Lîstikvana Herî Serketî: Shaheen Baig, Blue Jean

Derhênerê Dîmen ê Herî Serketî: Gregory Oke, Aftersun

Sêwirana Kostûman a Herî Serketî: Jenny Beavan, Mrs. Harris Goes to Paris

Pevxistina Herî Serketî Blair McClendon, Aftersun

Efekta Herî Serketî: Dadiv Simpson, Men

Sêwirana Makyaj û Poran ya Herî Serketî: Eugene Souleiman ve Scarlett O’Connell, Medusa Deluxe

Muzîka Resen a Herî Serketî: Matthew Herbert, The Wonder

Venerîna Muzîkan a Herî Serketî: Lucy Bright, Aftersun

Sêwirana Produksîyon a Herî Serketî: Helen Scott, Living

Dengê Herî Serketî: Tim Harrison, Raoul Brand ve Cassandra Rutledge, Flux Gourmet

Çavkanî: BIFA

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: