25’emîn Xelatên Lumièresê diyar bûn
Xelatên Lumièresê her sal ji aliyê Académie des Lumières ve tê organîzekirin. Xelatên Lumières îsal cara 25’emîn li Frensayê hate li darxistin û fîlmê “Les misérables” yê Ladj Ly, Xelatên Fîlmê Serketî, Senaryoya Herî Serketî û Lîstikvanê Herî Balkêş girtin.
25’emîn Xelatên Lumièresê îsal cara 25’emîn li Frensayê bi merasîmek hatin dayîn. Fîlmê “Les misérables” yê Ladj Ly, Xelatên Fîlmê Serketî, Senaryoya Herî Serketî û Lîstikvanê Balkêş standin. Fîlmê “Portrait de la jeune fille en feu” ya Céline Sciamma, Xelatên Lîstikvana Herî Serketî û Sinematografiya Herî Serketî girtin.
Di Xelatên Lumièresê de derhêner Roman Polanski jî Xelata Derhênerê Herî Serketî wergirt û ji ber tawanbarkirina êrîşa zayendî hat protesto kirin.
Va ye 25’emîn Xelatên Lumièresê:
Fîlmê Herî Serketî: “Les Misérables” – Ladj Ly
Derhênerê Herî Serketî: Roman Polanski – “J’accuse”
Lîstikvana Herî Serketî: Noémie Merlant – “Portrait de la jeune fille en feu”
Lîstikvanê Herî Serketî: Roschdy Zem – “Roubaix, une lumière”
Senaryoya Herî Serketî: Ladj Ly, Giordano Gederlini û Alexis Manenti – Les Misérables
Sinematografiya Herî Serketî: Claire Mathon – “Portrait de la jeune fille en feu”
Lîstikvanê Balkêş: Alexis Manenti – “Les Misérables”
Lîstikvana Balkêş: Nina Meurisse – “Camille”
Fîlmê Yekem a Herî Serketî: “The Mustang “- Laure de Clermont-Tonnerre
Fîlmê Herî Serketî ya Çêkirina Hevbaş a Frensayê: “It Must Be Heaven”
Anîmasyona Herî Serketî: “J’ai perdu mon corps”
Belgefîlmê Herî Serketî: M
Muzîka Herî Serketî: Alexandre Desplat – Adults in the Room
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com