2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îro destpê dike
2yemîn Festîvala Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îro destpê dike û dê heta 13ê meha Tîrmehê li li Navenda Sînemaya Oktyabr a bajarê Moskowayê bidome. Fîlmên festîvalê wê li bajarê Saint Petersburgê jî derbikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê.
2yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Navneteweyî ya Moskowê îsal ji bo 85emîn salvegera jidayikbûna derhênerê nemir ê kurd Yilmaz Guneyî li dar dikeve. Bernameya festîvalê, di dîroka 29ê Pûşberê de li Navenda Sînemayê ya Oktyabrê (Cotmeh) ya bajarê St. Petersburgê dê bi nîşandayîna fîlmê “Rê” destpê bike û heta 13ê meha Tîrmehê bidome.
Bernameya festîvalê bi berpirsyarîya Gulîzar Gerdenzerî, bi piştgirîya Wezareta Çandê ya Federasyona Rûsyayê û Herêma Kurdistanê ve tête lidarxistin. Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê di lîsteya festîvalên fîlmên navneteweyî yên Wezareta Çandê ya Rûsyayê de cih digire.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îsal dê ji bo 85emîn salvegera jidayikbûna derhêner, lîstikvan, senarîst, wêjekarê navdar ê Kurd Yilmaz Guneyî bê lidarxistin. Hat ragihandin ku bernameya festîvalê dê bi nîşandana fîlmê “Rê/Yol” (1982) yê Yilmaz Guneyî destpê bike ku fîlmê navdar li Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê Xelata Palmîyeya Zêrîn girtibû. Di beşa pêşbazîyê ya festîvalê de, fîlmên derhênerên Sînemaya Kurdî û fîlmên ji 8 welatan bêne nîşandan. Fîlmên “Zalava”, “Govenda Alî Dayika Zîn” û belgafîlmê “Heskîf” û “Jiyana Rewsenbireki Kurd: Casimê Celîl” û “Sîpano” jî di bernameya festîvalê de bêne nîşandayîn.
Di bernameya festîvalê de; bi giştî 54 fîlmên dirêj, belgefîlm, kurtefîlm cî digirin ku bi Kurdî û bi jêrnivîsa Rûsî bêne nîşandayîn. Fîlmên festîvalê dê di beşên pêşbazî, berhevoka nîşandanê û dubareyê de derbikevin li pêşberî temaşevanên sînemayê.
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê yekem car sala par hatibû li darxistin.
Ji bo agahî û bernameya festîvalê: https://www.moscowkff.ru/
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com