2yemîn Festîvala Kurtefîlman a Derhênerên Jin a Navneteweyî destpê dike
2yemîn Festîvala Kurtefîlman a Derhênerên Jin a Navneteweyî li Îstanbul Yeldegîrmenî Sanatê di 10ê meha Îlonê de destpê dike û dê heta 13yê mehê bidome.
Festîvala Kurtefîlman a Derhênerên Jin a Navneteweyî îsal cara 2yemîn bi piştgiriya Şaredariya Kadikoyê di navbera dîrokên 10-13yê meha Îlonê de Îstanbul Yeldegîrmenî Sanatê li dar dikeve û bernameya festîvalê jî hat eşkere kirin.
Di bernameya Festîvala Kurtefîlman a Derhênerên Jin a Navneteweyî (Directed By Women Turkey) de 51 belgefîlm, kurtefîlm û anîmasyon derdikevin li pêşberî sînemahezan û dê ji bo xelatên Fîlmên Baştirîn ên netewî û navneteweyî bikevin pêşbaziyê. Festîvalê cara 6emîn bi heman navê li gelek welatên wekî DYA û Îspanyayê jî tête li darxistin.
Hat ragihandin ku ji ber şewba koronayê tedbîrên pêwîst hatine girtin û di bernameya festîvalê de ji bilî nîşandayîna fîlman û berhevoka danîşanê; panel, xebatên atolyeyê û hevpeyvînên derhêneran jî hene.
Di juriya netewî ya Festîvala Kurtefîlman a Derhênerên Jin de îsal, nivîskar Banû Bozdemîr, derhênerên Zeynep Gunay Tan, Eylem Kaftan, Lîstikvan Tulîn Ozen û Derhênera Dîmenê Denîz Eyupoglû Aydin cih digrin. Juriya anîmasyonê ji derhênerên Ayşe Unal, Berna Gençalp, Merve Çaydere Dobaî, û juriya nêrîna ciwanê jî ji derhênerên Ece Kinaci, Elîf Ada Karagoz û Sezen Kayhanê pêk tên.
Ji bo agahî û bernameya festîvalê;
🛑Directed by Women Turkey 2020 Festival Programı/ Schedule🛑
10-13 Eylül Kadıköy/İstanbul
Yeldeğirmeni Sanat’ta buluşuyoruz 🎉🎉 pic.twitter.com/k3xuxDZroG— Directed By Women Turkey (@dbw_turkey) September 4, 2020
https://www.directedbywomenturkey.com/
https://filmfreeway.com/DirectedByWomenTurkey
Nûçe – Sînemaya Serbixwe -www.sinemayaserbixwe.com