2yemîn Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê destpê dike
2yemîn Festîvala Kurtefîlman a Navneteweyî ya Diyarbekirê îsal di navbera dîrokên 12-15’ê meha Cotmehê de li Amedê derdikeve li pêşberî temaşevanan û îsal şêwirmenda festîvalê bû lîstikvana sînemayê Îpek Tûzcûoglû.
Ji bo fîlman dema serîlêdanê di meha Avrêlê de destpê kiribû û di 25ê meha Gelawêjê de bi dawî bûbû. Festîval, fîlmên ku di beşên (Kurtefîlm, Kurtebelgefîlm, Kurtefîlmê Navneteweyî) de hatine kişandin qebûl dike.
Bernameya Festîvala Kurtefîlman a Diyarbekirê ji aliyê Komeleya Çand, Huner û Sînemayê ya Diyarbekirê (DİSİNEDER) ve tête organîzekirin, û bi piştgiriya Wezareta Çand û Turîzmê û Gerînendetîya Giştî ya Sînemayê, Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredarîya Yenîşehîr û Şaredarîya Sûrê ve tê lidarxistin. Dîrektorê festîvalê îsal derhêner û senarîst Serhat Gonen e.
Fîlmên berhevoka bingehîn dê bi tevahî ji bo 15 xelatên beşên cuda û xelata pereyê bikevin pêşbazîyê. Hate ragihandin ku fîlmên ji bo berhevoka bingehîn hatine hilbijartin wê di demeke nêz de bêne eşkerekirin. Di çarçoveya festîvalê de; xebatên kargeh û masterclass, hevpeyvîn, pêşangehan jî cih digirin.
Ji bo agahî: https://www.diyarbakirkff.com/
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com