2’yemîn Sempozyûma Sînema û Felsefeyê dest pê dike
Kovara Sinefilozofi di navbera dîrokên 22-24’ê meha Mijdarê de, li Beyoglûya Stenbolê 2’yemîn Sempozyûma Sînema û Felsefeyê li dar dixe.
Bernameya Sempozyûma Sînema û Felsefe ya Neteweyî ji aliyê Kovara Sinefilozofî ve, bi alîkariya Akbank Sanat’ê tê lidarxistin û dê sê rojan bidome. Akademîsyenên gelek zanîngehan û rexnegir û kesên ku li ser sînema, felsefe, civaknasî (sosyolojî), psikanalîz, derûnnasî, wêje, mîmarî, polîtîka û mirovnasiyê xebitîn, beşdarvanên sempozyûmê ne û wê di 88 mijaran de pêşkêşî li dar bixin.
Di bernameya Sempozyûma Sînema û Felsefeyê ya Neteweyî, dê li ser têkiliya hunera sînema û felsefeyê bisekinin û dê nîqaşên fîlman bêne kirin. Di beşa hevpeyvînê de îsal derhêner Dervîş Zaim û Pelîn Esmer dê li ser mijarên sînema û felsefeyê biaxivin.
Ji bo agahî û bernameya 2’yemîn Sempozyûma Sînema û Felsefeyê: www.sinefilozofi.org
Nûçe – Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com