3 belgefîlmên li ser kurdan li benda we ne

Roja dawî ya Rojên Belgefîlman a Stenbolê Documentaristê tê û di vê roja dawî de 3 belgefîlmên li ser kurdan hene. Her 3 belgefîlm saet 17.00’an de li dû hev li Ayna Geçitê têne nîşandayîn. 

Va ne ew belgefîlm:

– Her Şey Yolunda / Her Tişt Lihev e (20 deqe)

Zimanê vî belgefîlmî bi kurdî û tirkî ye. Belgefîlmê ku derhêner Muhammet Beyazdagî kişandiye li zozaneke çîroka keçikek 12 salî, jiyana gundiyan, zehmetî û xeyalên wan derdixe pêş. 

– Agaçlarin Altinda / Li bin daran (25 deqe)

Di vî belgefîlmî de derhêner Felat Erkozan temaşevanan dibe gundekî Erxenî ya Amedê. Belgefîlmê li ser cih û bîra mekanê wekî ceribandina rûbirûkirinek e. Zimanê belgefîlm bi kurdî û tirkî ye.

– Taşlarla Konuşan Adam / Zilamê bi keviran re diaxive (32 deqe)

Belgefîlmê derhêner Bulent Boral çîroka nobedarî ku ev 60 sal in li Wanê li kelehê nobedarî dike pêşkêş dike. Karakterê belgefîlm xwe bi xwe hînê nivîsa mîxî ya bi ûrartû bûye ku li dinyayê ji 20 kesan yek e ku vî zimanî dizane. Ev nobedarê 80 salî ku navê wî Mehmet Kuşman e di belgefîlm de çîroka wî û pêvajoya hînbûna vî zimanî dertê holê.

Her sê belgefîlm di heman seansê de li dû hev têne nîşandayîn û piştî nîşandayînê derhênerên ku amade bin dê bersiva pirsên temaşevanan bidin.

Nûçeyên Eleqedar:

– ‘Casime Celil – Jiyana Rewşenbireki Kurd’ îro tê nîşandayîn 

– Bi ‘Evîn, Mark û Mirin’ê Documentaristê dest pê kir 

– Dem dema belgefîlman e: Documentarist tê

– Documentarist hîvey belgefîlman o 

Çavkanî: Diyarname

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: