35emîn Festîvala Fîlman a Tokyoyê destpê kir
35emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Tokyoyê di 24ê Cotmehê de bi nîşandayîna fîlmê derhêner Takahisa Zeze yê “Fragments of the Last Wiil” re destpê kir û dê heta 2yê meha Mijdarê bidome.
Rêveberê bernameya Shozo Ichiyama daxuyanîyeke da û ragihand “Di salên derbasbûyî de ji ber pandemîya koronayê di organîzasyona festîvalê de hin kêmasî çêbûn, lê îsal em him bêtir nîşandayîna fîlman li dar dixin him jî beşdarîya sînemagerên navneteweyî zêde li festîvalê ne. Seroka jurîyê û derhênera Amerîkayî Julie Taymor di roja sêşemê de li Tokyoyê di derbarê festîvalê de axaftineke kir û derhênerê mezin ê hunera sînemayê Akira Kurosawa bi bîr anî. Taymor di axaftina xwe de got “Ez ji ber sedema Akira Kurosawayî ketim sektora sînemayê, dema ku ez çûm Parîsê fîlmên biyanî tên bîra min. Ez di 15 saliya xwe de temaşeyî fîlmê “Rashomon” kirim û jiyana min guhert. Bi saya Kurosawayî ez bûm derhêner.”
Festîvala Fîlman a Tokyoyê yek ji festîvalên herî girîng ên parzemîna Asyayê ye ku li bernameya festîvalê îsal bi tevahî dê 111 fîlm bêne nîşandayîn. 15 fîlm dê ji bo xelata mezin bikevin pêşbazîyê ku ji 107 welatên û herêmên cîhanê, û di nava 1695 fîlman de hatine hilbijartin.
Çavkanî: Screendaily
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com