3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê 12ê Cotmehê destpê dike
Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê îsal cara sêyemîn wê di navbera rojên 12-19ê meha Cotmehê de bê lidarxistin. Bernameya festîvalê dê li salona Illusionê destpê bike ku salona sînemayê ya Fona Fîlman a Dewletê ya Yekîtiya Sovyetan e û ji sala 1966ê bi vir de gelek fîlmên Sovyetê û cîhanê li vê salona nûjen a nîşandayînê derketine li pêşberî temaşevanên sînemayê. Fîlmên ku dê li bernameya festîvalê bikevin pêşbazîyê hatin eşkerekirin.
3yemîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moscowê îsal di 12ê Cotmehê de destpê dike û dê heta 19ê mehê bi nîşandayîna fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm, belgefîlman û bi hevpeyvîn, panêl û çalakîyên din ên sînemayê ve bidome. Fîlmen bernameya festîvalê diyar bûn.
Fîlmên ku dê di bernameya festîvalê de bikevin pêşbazîyê hatin eşkerekirin ku cihên din ên nîşandayînê jî dê paşê bêne eşkerekirin. “Dema Hespên Serxweş” (Derhêner: Behmen Qubadî, 2000), “5 Kilograms Of Walnuts” (Der: Behrouz Qubadî, 2023), “Bîraxane” (Der: Bîlal Korkût, 2023), “Beriya Şevê” (Der: Alî Kemal Çinar, Before The Night – 2021), “Bir Kar Tanesinin Ölümü” (Der: Kazim Oz, Mirina Hebeke Berfê/The Lifespan of a Snowflake, 2022), “I Have Seeded Pomegranate for You” (Der: Jameel Mafaherî, 2020), “Pîrebok” (Der: Lutfî Îrdem, 2022), “Navnîşan” (Der: Aram Dildar, The Address – 2022), “The Big Tree” (Der: Safîn Kane, 2022), “The Mountains, a Feminine Narration” (Der: Rebwar Mahmoud pour, 2022), “Rozhan” (Der: Gitaqueens, 2022) “Laboratory No.2” (Der: Edris Abdi û Awara Omar Saeed, 2022), “Tarihte Yaşanmamış Olaylar” (Der: Ramazan Kiliç, Things Unheard Of – 2023) jî tê de dê gelek fîlm li festîvalê bêne nîşandayîn.
Ji bo agahî û bernameya festîvalê: Moscowkff
Li Festîvala Fîlmên Kurdî ya Moskowê: fîlmê “Cîran” bi serket
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com