4. Festîvala Derhênerên Kurtefîlman ên Jin destpê dike
Festîvala Derhênerên Kurtefîlman ên Jin – Directed By Women Turkey, îsal wê cara çarem di navbera 15-18ê meha Gelawêjê de li Navenda Çanda Yeldegîrmenîyê li dar bikeve.
Festîvala Derhênerên Kurtefîlman ên Jin, li DYE (Amerîka) û Îspanya jî tê de li gelek welatên cîhanê bi navê “Directed By Women” tête lidarxistin û îsal cara çarem bi piştgirîya Şaredarîya Kadikoyê û bi hevkarîya Komeleya Jinên Sînemager re di navbera dîrokên 15-18ê Gelawêjê de li Kadikoya Stenbolê derdikeve li pêşberî sînemahezan. Fîlmên festîvalê; di beşên Neteweyî, Navneteweyî û Nêrîna Ciwan de bêne nîşandayîn, û xebatên kargehan, hevpeyvînên derhêneran û berhevokên fîlman jî hatine amadekirin.
Bernameya festîvalê her sal gelek fîlmên derhênerên jin ên cîhanê tîne li ber perdeya spî ku armanca Directed By Womenê ev e ku hejmara fîlmên derhêner û sînemavanên jinan zêde bibin û lidarxistina çalakîyên çandî û hunerî yên nû.
Dîroka dawî ya serîlêdanê: 20ê Tîrmeha 2022yê
Ji bo serîlêdan û agahî: filmfreeway.com/DirectedByWomenTurkey
https://www.directedbywomenturkey.com/
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com