4emîn Festîvala Kurtefîlman a Antepê di 24ê Mijdarê de destpê dike

4emîn Festîvala Kurtefîlman a Antepê îsal wê di navbera 24-26ê Mijdarê de li Salonên Forûm Paribu Cineverse yên Dîlokê bê lidarxistin, fîlmên Berhevoka Nîşandayînê û fînalîst ên beşên festîvalê diyar bûn. Kurtefîlmên bi Kurdî yên “Ewê Çend Roj Be” (der: Abdullah Çeper), “Distan” (der: Abdurrahîm Karabulut, Mahsun Celayîr) û “Rûbar” (der: Dogan Belge) jî dê di beşa Berhevoka Nîşandayînê ya festîvalê de derbikevin li pêşberî temaşevanan.

Fîlmên beşên Pêşbirka Kurtefîlman a Neteweyî, Berhevoka Nîşandayînê, Kurtefîlman a Forûmê ya Herêmî (Senaryo), Pêşbirka Belgefîlman a Neteweyî hatin eşkerekirin. Di çarçoveya bernameya festîvalê de atolyeyeke kurtefîlman a bi navê “Depremden Beri” jî hate lidarxistin.

Ji bo agahî û bername: 

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

 

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir