5 Pirs û Pênc Bersiv – Abdullah Çeper

Di vê xeleka quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvanê malpera me yê îro derhênerê ciwan ê kurd Abdullah Çeper e. Derhêner Çeper di hin kurtefîlmên Kurdî de xebitî û kurtefîlmên wî yên “Hundir” (Inside, 2018) û “Qulpik” (Fermuar Ucu, 2020) li bernameya gelek festîvalên fîlman hatin nîşan dayîn. Pêvajoya festîvalên fîlman a kurtefîlmê wî yê “Qulpik”ê didome. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji derhênerê kirin û wî jî bi dil û can bersivên me da. 

Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?

Di cîhanê de gelek derhênerên serkeftî û navdar henin û wexta mêriv yekî/ê hildibijêre li gor min biryareke gelek zehmet e. Lê gor nêrîna min î jiyanê û ecibandina min î huner û sînemayê ez bêtir Abbas Kiarostami weke derhênerê herî baş difikirim.

Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?

Ev pirs hertim ji bo min ji ber bersivkirinê pir zor e, ji ber ku wexta ezê qala filîmê li gorî min ê serkeftî bikim, ez dixwazim qala du fîlman bikim. Li gor min filîmê Abbas Kiarostami “Where İs My Friens’s House?” Filîmê F. Truffaut “The 400 Blows” û filîmê F. Fellini “I Vitelloni” filîmên gelek taybet û serkeftîn in.

Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?

Roman, çîrok an jî helbest kişandina wan ên ji bo filîm wekî wergera pirtuka ye, mêriv ev çîrok an jî roman ji bo filîm ser nuh diafirînî û dikî senaryo, taliyê filîm. Ji ber wê jî li gor min di vir de tiştê herî girîng ev e ku ew afirandin çiqas serast, yanê ew senaryo ji bo ku bibe filîm çiqas misaid û xurt hatiye afirandin. Bi vê çerçoveyê li gorî min berhema herî serkeftî yek ji wan “The Will Be Blood” an jî filîmê François Truffaut “Jules and Jim” ez dikarim mînak bidim.

Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?

Muzîk û deng di sînemayê de katmanek gelek girîng e û muzîk ji her hêlê dikarî bandor li filîm bikî. Filîmek bi alava muzîkê bikarî çîroka xwe û mesela ku distînî dest gelek xurt biafirînî û hissiyata filîm bi muzîkê eyar bikî. Li gorî min filîmê “Hiroshima Mon Amour” ji hêla bikaranîna muzîkê pir serkeftiye.

Sînema ji bo we çi ye?

 Di jiyanê de di her tişt bi awayekî xwe îfade dikî û dijî, mirov carna bi axaftinê, zarok bi girî, evîn bi hesta, ew mînak bi vî şiklî li gor min dikarî direj bibî, min jî di jiyanê de dixwest ez bi sînemayê xwe îfade bikim û bijîm. Weya nayê mana ku tişkî ez bêjim heyî û tekez hewceye ku ez bêjim. Mirov carna û piranî tenê bi xwe re bêdeng jî diaxifî, sînema jî li gor min zimanek min î û ez ê biaxivim, belkî jî kes gohdar jî nekî.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: