5 Pirs û Pênc Bersiv – Alî Ergul
Di vê xeleka quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvanê malpera me yê îro derhêner, civaknas û wênekêşê kurd Alî Ergul e. Derhêner Alî Ergul bi belgefîlmên xwe yên “1.5 Metre / Metre” (2016), “Dîroka Mirina Avê” (2017), “Şeva Xîzê” (2018) ve tê naskirin û belgefîlmên wî, di çarçoveya gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandayîn. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji derhênerê kirin û wî jî ji dil û can bersivên me da.
Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?
Hiner Saleem
Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?
Belgefîlm: “Sidiq û Piling”
Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?
Perfume: The Story of a Murderer
Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?
Free Zone / Had Gadia
Sînema ji bo we çi ye?
Jiyan e.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com