5 Pirs û Pênc Bersiv – Dilazad A.R.T
Di xeleka nû ya quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvanê me yê îro nivîskar û lêkolînerê kurd Dilazad Art e. Nivîskar Dilazad Art li ser gelek mijarên çand-hunerê dixebite û gelek pirtûkên wî yên bi kurdî û bi tirkî ji aliyê Weşanên Zanîngehê ve hatine weşandin. Herwiha Artî şêwirmendiya hin belgefîlman kirine. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji nivîskarê kirin û wî jî ji dil û can bersivên me da.
Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?
Li cîhanê Charlie Chaplin, ji Kurdan Yılmaz Guney
Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?
Gandhi
Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?
Fîlmê ku ji romana Tolstoy ya bi navê Anna Karenina hatiye wergirtin, bi heman navî bûye fîlm, li gor nerîna min fîlmê herî serkeftî ye.
Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?
Braveheart
Sînema ji bo we çi ye?
Sînema, alav û navgîna xwe danasînê ye, delîla hebûnê ye û hûnera serkeftinê ye. Mirov û civak bi saya sînemaye dikarin xwe bidin nasîn, hebûna xwe û hûnera xwe eşkere bikin. Îro sînema, hûnera ku herî zêde bandor li mirovan û li civakan dikê ye.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayserbixwe.com