5 Pirs û Pênc Bersiv – Fatoş Yildiz

Di xeleka nû ya quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvana me ya îro nivîskara sînemayê, podcaster û lîstikvana kurd Fatoş Yildiz e. Nivîskar Fatoş Yildiz li ser sînemayê dixebite, li Podcast Kurdî bernameya bi navê “Kadraja Kurdî” amade dike û di fîlmê “Di Navberê de” (2018) yê derhêner Ali Kemal Çinarî de leyistibû. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji nivîskarê kirin û wê jî bi ji dil û can bersivên me da. 

Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?

Li gorî min gelek derhêner heye ku ez bêjim gelkî baş in, nikarim navek tenê bidim ji ber ku derhenerên ku ez ji wan hez dikim hemû bi xwe rengek cûda ne û xwedî zimanek in. Lê dikarim bibêjim ku ez ji derhênerên rêbaza nû ya Îtalîyan û ya Fransîyan gelek hez dikim taybet, De Sica û Godard ji bo min derhênerên gelkî serkeftî ne.

Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?

Mirov dikare bibêjê baştirîn fîlm hene lê bele ez bixwe nikarim bibêjim yek fîlm heye û ew li dinyayê de baştirîn fîlm e. Lê fîlma Truffat ya bi navê “The 400 Blows” fîlmek pir serkeftî ye.

Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?

Fîlma Hiroshi Teshigahara ya bi navê “Suna No Onna” ye.

Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?

Fîlma Agnès Varda ya bi navê “ Cleo 5 de a 7” Music Micheal Regrand

Sînema ji bo we çi ye?

Rêyekî ser û ber..

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: