5 Pirs û Pênc Bersiv – Ferhadê Mihemed
Di xeleka nû ya quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvanê me yê îro nivîskar û çîroknûsê kurd Ferhadê Mihemed e. Nivîs, çîrok û wergerên wî di gelek kovarên çand-hunerê de hatin weşandin û yekem pirtûka çîrokan a bi navê “Hesabgêr” ya nivîskar Ferhadê Mihemedî di sala 2019ê de hate weşandin. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji nivîskarê kirin û wî jî ji dil û can bersivên me da.
Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?
Berî her tiştî ez spasdarî we me ku, we ez kirim mêvan. Mala we ava be.
We çokên min danîn erdê.. ev pirs pir dijwar e.. ji ber ku bi dehan, bîstan nav tên bîra min niha. Lê belê herçend ez bixwazim navek bê bîra min jî, ez nikarim ji nav vê geremolê derkevim.. ez bawer im li gor min, derhênerê baştirîn Vittorio de Sica ye. Wî bi fîlmên xwe, dor li dilê min pêçaye. Heye ku sedema vê yekê ew be, ez zêdetirîn me, xwe, di nava fîlmên wî de dibînim.
Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?
Dîsa, li ber dilê min bêguman fîlmê baştirîn Ladri di Biciclette (1948) ye.
Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?
Li gor min lêanîna serketîtirîn a sînemayê, lêanîna ku ji kurteromana, nivîskarê nifşê wendayî yê emerîkî, F. Scott Fitzgerald ê ku bi navê The Curious Case of Benjamin Button e û di sala 1922’an weşiyaye û piştî çapbûyina wê berhema ewçend ecêb û balkêş bi 88 salan şûn de ji hêla derhênerê emerîkî David Fincher ve hatî veguhestin e.
Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?
Bêşik musîka Ennio Morricone ya ku ji bo fîlmê Sergio Leone çêkiribû, 1968, Once Upon a Time in the West. Ez dikarim bi rojan bênavber lê guhdarî bikim.
Sînema ji bo we çi ye?
Sînema ji bo min sihîr e. Hunereke bi sihîr e. Derhêner û lehîzvanên ku fîlmekê tînin pê, hemû sihîrbaz û efsane ne li gor min. Helbet li vê derê hûn dizanin ku ez çêlî kîjan babet fîlm, derhêner û lehîzvanan dikim, ez behsa ne yên ku tenê dixwazin bibêjin “me fîlmek” çêkir, dikim. Jixwe wextê ku ez peyva sînemayê seh dikim jî bi tenê ew sihîrbaz tên bîra min, wekî din ne tu tişt.
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com