5 Pirs û Pênc Bersiv – Hasan Demîrtaş
Di xeleka quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvanê yê îro derhênerê kurd Hasan Demîrtaş e. Gelek kurtefîlm û belgefîlmên derhênerê heta niha Cannesê jî tê de, li bernameyên gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî de hatin nîşandayîn û ji gelek festîvalan xelat girtin. Hasan Demîrtaş di 2017ê de belgefîlma xwe ya “You Name It” kişand û herî dawî li Mêrdînê fîlmekî nû ya bi navê “Veqetîn” kişandin ku ev fîlm di heman demê de yekem fîlmê metraj dirêj e ku ji aliyê wî hatiye kişandin. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji derhênerê kirin û wî jî ji dil û can bersivên me da.
Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?
Derhênerê ku hînî dike ka dê bi sînemaya mînîmal re çi bibe û bi her sehneyên fîlmên xwe bandorên mezin li min dike, Andrei Tarkosvky e. Tarkovsky di jiyana xwe de, neyîniyên xwe yên ku wî jiyaye, daye aliyekî, û divê ez vê jî bibêjim ku Tarkovsky bi fîlmên xwe min teşwîq dike ji bo ku ez fîlman bikişînim.
Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?
Ji bo min fîlmê “Zerkalo” yê Andrei Tarkovskyî fîlmê baştirîn e, sedema ku girîngîpêdana min a vê fîlmê jî ne bi tenê serkeftina dîmenê û dengê atmosferê ne. Lîstikvaniya fîlmê, vebêjana wê û ji ber ku derhêner hesta xwe bi awayekî baştir veguhestiye li ser ekranê, bandor li min kiriye.
Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?
Li gorî min lêanîna baştirîn a wêjeyê, fîlmê “The Godfather” e ku di sala 1969’ê de ji romana Mario Puzoyî ji bo ji bo sînemayê hatibû kişandin. Divê di mijara sedema serfiraziya fîlmê de mînakekê bidim. Fîlmekî biserketî ye ji ber ku derhêner ji nivîskarê baş fam kiriye û çîrokê fîlmê hundirîkiriye.
Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?
Ez derhênerekî wisa me ku li bandorê muzîkên fîlman namînim. Bi ya min muzîka herî xweş, atmosfera ku li derdorê ye. Di Sînemaya me ya Kurdî de muzîk hin caran pêşi lê çîrokê digire û hin caran jî lê pêşî dîmenê digire, ev jî tiştekî gelek rast nîne.
Sînema ji bo we çi ye?
Ji bo min sînema tê vê wateyê ku derhênerê ji axaftinê westiya ye û divê dest bi hilberînê bike. Yanê sînema alîkariya min dike ji bo ku ez di derbarê mijarekê de kêm biaxivim. Ji ber vê sînemayê parêzeriya min dike. Ji alîyekî ve jî dema ku ez li sînemayê difikirim, ez dibînim ku derhêneran her yek mîna çûkên postevan in. Civakên cîhanê bi saya sînemayê nameyên xwe ji hev re dişînin. Sînema fersend dide me ku em pê xwe îfade bikin û ji ber vê ez ji sînemayê hez dikim.
Ji bo agahî: https://veqetinn.wixsite.com/veqetinfilm
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com