5 Pirs û Pênc Bersiv – Îhsan Bîrgul
Di xeleka quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvanê me yê îro nivîskar û helbestvanê kurd Îhsan Bîrgul e. Yekem pirtûka helbestan a bi navê “Gotinên Nîvcomayî” ya Îhsan Bîrgulî di sala 2018ê de ji Weşanên Ava’yê ve hate weşandin û nivîskar di gelek malper, kovar û blogan de dinivîse. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji nivîskarê kirin û wî jî bi dil û can bersivên me da.
Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?
Bêguman meriv nikare di nava ewqas nav de bêje filankes baştirîn e. Lê ez dikarim Roman Polanskî mînak nîşan bidim. Ji ber fîlima Pîanist (The Pianist).
Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?
Bi min, ji ber naveroka wan, fîlmên “Pîanîst” a Roman Polanskî û “Textê Reş” a Samîra Malmelbafê.
Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?
Ya rastî ne kesekî zêde fîlm temaşekar im. Lê fîlma ” Desmal Sora Min a Bejn Bilind” ya ji ber romana Cengiz Aytmatov a bi navê ” Desmala Sor” hatiye girtin, hêjayê temaşekirinê ye.
Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?
Herî zêde nebe jî muzîkên fîlma Yavuz Turgul ya bi navê ” Eşkiya” (Şêlevan) bi min xweş tên.
Sînema ji bo we çi ye?
Çîrokbêjiyeke dîtbar. Şanoya biha…
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com