5 Pirs û Pênc Bersiv – Mehmûd Beyto

Di xeleka nû ya quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvanê malpera me yê îro, wergêr û edîtorê kovara bi kurdî ya Temaşeyê Mehmûd Beyto ye. Temaşe e-kovareke li ser aktuel û hunerî ya sînemayê ye ku di meha Tîrmeha 2020ê de dest bi weşanê kir û hejmara sêyemîn a kovarê jî di destpêka Adarê de hate weşandin. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji edîtorê kirin û wî jî ji dil û can bersivên me da. 

Li gorî we (te) derhênera/ê baştirîn kîjan e?

Merîv nikare di carekê da hema navê kesekî binivîse, nexasim di meseleyeka wisa da. Ez bi şexsê xwe jî kesekî dûdilî me û zû bi zû nikarim li ser meseleyên tercîhê dîxwazin, tercîhekî bikim. Lê bi min ez karim navê sê kesan bidim.

Yekem: Stanley Kubrîck e ku di aliyê mûzîkan da gelek xweş tevgerîyaye û di fîlmên xwe da sîmetrîyek miezem ava kirîye, bi resenîya xwe şêwaze xwe afîrandîye.

Duyem: Mîcheal Haneke ye ku bi mûzîkên xwe ambîanseke cuda ava dike. Meriv bi fîlm ra dibe û tîne.

Divê navê Robert Bresson jî li dawîyê zêde bikim. Şêweza wî jî gelek xweş û resen e.

Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we (te)?

Dîsa dudîlî me û divê navê dû fîlman bêjim. A Clockwork Orange (Pirteqala Mekanîk), Stanley Kubrick.

Ya din jî Dîary of a Country Priest (Rojnivîska Keşeyekî Gundî), Robert Bresson. Ev herdû jî ji bo min ciyên wan ên taybet hene. Dema wextê min hebe dubare temaşe dikim.

Li gorî we (te) lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?

Bi min Pulp Fiction ya Quentin Tarantino ye.

Hûn (tu) herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?

Hema qe nefikirim jî ez ê bêjim Pirteqala Mekanîk û Barry Lyndon. Ez bi şexsê xwe ji mûzîkên Klasîk pir hez dikim û Stanley Kubrick wek hostayekî xarîqul’ede wan di van herdû fîlmên xwe da bi kar anîye.

 

Sînema ji bo we (te) çi ye?

Bi min nêrîn e. Nêrîna derhêner. Pêşî da mirovan bi kitêban yan jî wêneyan xwe didan îfadekirin lê niha êdî mirov dikarin xwe bi sînemayê jî bidin îfadekirin. Her çiqas sînema karekî kollektîf be jî em bi eslê xwe nêrîn, afirandin û heta îdeolîja derhêner bi çavê xwe dixweynin.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: