5 Pirs û Pênc Bersiv – Mîna Acer
Di xeleka quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvana malpera me ya îro helbestvan û civaknasa ciwan a kurd Mîna Acer e. Yekem pirtûka helbestan a bi navê “Kulîlkên Mala Mirîyan” ya helbestvan Mîna Acerê di meha Cotmeha sala 2020ê de ji Weşanên Lîs’ê ve hate weşandin. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji helbestvanê kirin û wê jî bi dil û can bersivên me da.
Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?
Ewqas pir henin ku her yek xwedî rengekî cihê ne.
Lê dikarim ji wan çend navan li vir binivîsînim. Theodoros Angelopoulos, Andrey Tarkovski, Ingmar Bergman. dikarim bibêjim; ev derhênerên ku min navê wan nivîsandiye yên ku ji wan hez dikim tenê jê hinek in.
Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?
Bi ya min filîmên ji hevdu baştirîntir wê her tim hebe.
Loma jî nikarim tenê yekî hilbijêrim. Hilbet ev nayê wateya ku navê fîlmekî nebêjim. 🙂 Fîlma bi navê “Enterniy and a Day”” (Bêdawîtî û rojekê) fîlmek serkeftî ye.
Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?
Andrei Tarkovsky, “Solaris” diecibînim lê nabêjim herî serketî ye.
Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?
Ji muzîka fîlma “Enterniy and a Day”(Bêdawîtî û rojek) Eleni Karaindrou- By The Sea ye.
Sînema ji bo we çi ye?
Mirov gava li ser rêyekê bi hestên xwe re dimeşe, û dixwaze wan hestan bi rih bike Sînema jî wek helbestê xwe li dorê digerîne. Û dibê vaye em hene û destê xwe dirêjî wê kûrahiyê dike. Cihê ku destê her kesî naghêjê, cihê ku aqilê her kesî naghêjê…
Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com