5 Pirs û Pênc Bersiv – Mistefa Dogan

Di quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvanê me yê ewil, nivîskarê sînemayê û edîtorê kovara POPKURDê Mistefa Dogan e. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji Doganî kirin û wî jî bi dil û can bersivên me da. 

Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?

-Michael Haneke

Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?

-Herhal “Amour”a Haneke ye.

Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?

-“Zorba” ye. Romana Nikos Kazanacakis e. Fîlma wê bi derhêneriya Mihalis Kakoyannis hatiye kişandin.

Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?

-Di dawiya fîlma “Closer” a Mike Nichols de stranek heye. Damien Rice dibêje. Navê stranê “I can’t take my eyes off you” ye. Kêfa min gelek jê re tê. Vê pirsê ew anî bîra min.

 Sînema ji bo we çi ye?

-Birêveçûneke hûrik hûrik, li ber kadraja zemên.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir