5 Pirs û Pênc Bersiv – Occo Mahabad

Di quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvanê malpera me yê îro, helbestvan, bernamekar, nivîskar û wergêrê kurd Occo Mahabad e.

Helbestvan Occo Mahabad bi pirtûkên helbestan ên xwe yên; “Dem”, “Êşên Qehbik”,”Rondikên Binevşê”, “Antolojiya Helbestvanên Nûjen: Helbestvanên Bakur”, “Helbestên Dînîk”, “Gotinên Pêşiyan Û Nifirên Kurdan”, “Bi Dizîka Were” ve tê naskirin, û nivîs û gotarên wî di gelek kovar û malperên çand-hunerê de hatine weşandin. Mahabad, fîlmên sînemayê yên bi navê “Malena”, “Rabbit Proof Fence” û belgefîlma “The Road to Guantánamo” weke binnivîs/jêrnivîs ji bo Kurdî wergerandine. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji helbestvanê kirin û wî jî bi dil û can bersivên me da. 

– Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?

Em baştirîn nebêjin lê di van demên nêz de di warê sînemaya biyanî de Jim Sheridan, di warê bi zimanê Tirkî de Yilmaz Guney, di warê Kurdî de Shawkat Amin Korki.

– Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?

Em nikarin bi tenê fîlmekî hilbijêrin an jî eşkere bikin ku ew yê herî baş e lê bi ya min fîlmê herî serketî û min bi kêfekî mezin temaşe kiribû fîlmê Michael Collins yê derhêner Neil Jordan bû.

– Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?

Li ber dilê min cihê Yilmaz Guney cuda ye. Fîlmê wî yê Dîwar bi min di warê lêanînê de bêhempa bû. Dîsa di kategoriya Fîlmên Biyanî de Fîlmê Birçitî – Hunger ku derhênerê wî Steve McQueen bû, bi lêanîneke balkêş vî fîlmî kişandibû.

– Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?

Herî zêde nebêjim lê di ser min de bandoreke erênî hiştiye muzîka fîlmê  Ji bo Çend Dolaran – For a Few Dollar More ku muzîkên vî fîlmî ji aliyê Ennio Morricone ve hatibû çêkirin e.

– Sînema ji bo we çi ye?

Sînema herî sereke jiyana me ye lê em nikarin bi tenê bi teşqeleyên rojane ve girê bidin. Hûn bi saya sînemayê xeyal dikin, difikirin, digirîn, bextewar dibin, rastiyan dibînin û digihîjin bîreweriyeke civakî û takekesî. Sînema di roja me de navgîneke pirr xurt û pêwîst e. Lê mixabin dewlemendên me yên Kurd çawa ku di gellek warî de bi hişmendiyeke neteweyî û civakî nafikirin di vî warî de jî bêxem in.

Îro pêwîstiya sînemaya Kurdî bi destekên ekonomîk hene divê em pereyên xwe hinek ji bo pêşketina çand, huner û edebiyata xwe xerc bikin ne bi tenê ji bo kêf û şahiyên jiyana xwe ya şexsî.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: