5 Pirs û Pênc Bersiv – Omer Bextiyar

Di quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvanê malpera me yê îro, rojnamegerê kurd û nivîskarê kovara me Omer Bextiyar e. Omer Bextiyarî di heman demê de yek ji edîtorên kovara PopKurd’ê ye. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji rojnamegerê kirin û wî jî bi dil û can bersivên me da. 

Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?

Bi rastî pirseke zehmet e. Ez di navbera 3 derhênerên giregir da dimînim; Andrey Tarkovsky, Theodoros Angelopoulos û Bella Tarr. Lê sankî bêhtir xwe nêzî rihê şairane û efsûnî yê Angelopulos dibînim.

2-Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?

Li gorî min şahesera Angelopulos a bi navê; “Eternity and a Day” (1998) e.

3-Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?

Li gorî min fîlma ‘The Green Mil’ e. Derhênerê wê jî Frank Darabont e. Ji berhema nivîskarê navdar Stephen King lê anîye. Ne şaş bim ji xeynî çend kurtefîlman, hêj tu berhemeke edebî ya Kurdî ji bo
sînemayê nehatiye adaptekirin. Mesela xwezî Êwara Perwaneyê ya Bextîyar Elî bûbûya fîlm. Huner Selîm jî derhêneriya wê bikira hema. Muzîkên fîlmê jî Tara Jaff çêkira. Çi xweş dibû.

Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?

Mûzîka fîlma “Dom Za Vesanje” (Îng: Time of the Gypsies-1988) a derhêner Emir Kusturica ye. Di fîlmê de sehneya ku Goran Bregoviç strana efsûnî Ederlezi distirê miezem e.

Sînema ji bo we çi ye?

Ji bo min sînema; wek sînga diya min e, ku car caran xwe dispêrim wê aramiyê û bi hizûreke manewî xwe ji teşqeleya vê dinyayê dûr dixim.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

COMMENTS

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir