5 Pirs û Pênc Bersiv – Roza Erizin

Di xeleka quncika “5 Pirs û Pênc Bersiv”ê de, mêvana malpera me ya îro derhêner, mamoste û youtubera kurd Roza Erizin e. Derhêner Roza Erizin, bi gelek kurtefîlmên xwe yên bi navê “Defter” (2014), “Dara Gûzê” (2016), “Bayêkûr” (2016), “Paceyek” (2018) ve tê naskirin û herî dawî belgefîlma xwe ya “Kızılkaya Yeni Dünya Derneği” kişand. Fîlmên wê li çarçoveya bernameyên gelek festîvalên fîlman ên navneteweyî hatin nîşandayîn. Me pirsên xwe yên kurt û li ser sînemayê ji derhênerê kirin û wê jî ji dil û can bersivên malpera me da.

Li gorî we derhênera/ê baştirîn kîjan e?

Bersiva vê pirsê ne tene kesek e.. Di dîroka sinemayê de gelek derhêner henin ku; filmên gelek serkeftî çêkerine. Wekî Ingmar Bergman, Roy Andersson, Andrei Tarkovsky, Agnas Varda, Robert Bresson, Yılmaz Guney û hinen din in ku di vê kêliyê de ewil van derhêneran hatin bîra min.

Baştirîn fîlmê cîhanê kîjan e bi ya we?

“Mouchette” – Robert Bresson

Li gorî we lêanîna herî serketî ya sînemayê kîjan e?

Wekî hûn jî dizanin gelek minakên xurt hene di vê mijarê de. Wek ‘’The Diary of Anne Frank’’ a ku di sala 1959’an de hatiye kişandin.

Hûn herî zêde ji kîjan muzîka fîlmê hez dikin?

Theodors Angelpulos-Ulysses Gaze (Nerîna Ulyssesê)

Sînema ji bo we çi ye?

Li gorî min sînema ev e ku; şexs (kes) bixwe, ew çîroka gihîştina jiyanê û têkiliya bi kesên din re, bi riya dîmeneke vedibêje.

Sînemaya Serbixwe – www.sinemayaserbixwe.com

Share This
COMMENTS

Bir cevap yazın

E-posta hesabınız yayımlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

%d blogcu bunu beğendi: